• DOLAR 32.555
  • EURO 35.056
  • ALTIN 2426.831
  • ...
Dê dawî li hesreta mizgeftê ya 53 salî were
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dawî li sazkirina Mizgefta Zafera 15ê Tîrmehê ya ku li ser Rêbeja Diyarbekir-Rihayê ye û ev 53 sal e ku nişteciyên Gundê Kanîhûrka di hesreta wê de ne tê.

Hat ragihandin ku Gundê Kanîhûrka ya ji navenda Diyarbekirê 50 KM dûr e ji roja ku hatiye avakirin heta îro bê mizgeft e. Ji ber ku mizgeft tune nişteciyên gund ji bo îbadetê diçin gundên hawîrdor. Gundiyan diyar kirin biryar dane ku ji bo gun mizgeftekî were sazkirin.

Nişteciyan destnîşan kirin ji ber ku biryara sazkirina mizgeftê di wextê hewldana derbeyê hatiye dayîn navê mizgeftê wek ‘Zafera 15ê Tîrmehê’ pejirandine.

Gundê ku nêzî 300 malan e bi derfetên xwe kulliyeya ku tê de mizgeft, Kursa Qur’anî ya keç û kuran, taziyexane û ji bo mela lojman heye wek Kuliyeya Molla Guranî û Mizgefta Zafera 15ê Tîrmehê navandine.

Alîkarê Serokê Komeleya Mizgefta Molla Guranî Eyup Burak diyar kir ku ew hewl didin ku bi derfetên xwe yên kêm mizgeftê biqedînin. Di bergeha vî yekê de ji bo ku sazkirina mizgeftê zû biqede Burak ji xêrxwazan alîkarî xwest.

 “Em çendîn kîlomêtre rê dimeşîna diçûn mizgeftên gundên hawîrdor”

Nişteciyên gund ragihandin ji bo ku ev mizgeft vebe ew zêde dixebitin. Ji bo vî yekê ew bendewarê alîkariyên ku dê xêrxwaz bikin in. Ji nişteciyên gund Şehmus Aslan diyar kir ku nêzî 50 salan e ku mizgefta wan tune. Dûvre Aslan wiha axavtina xwe zêde kir: “Em çendîn kîlometre rê dimeşîna û diçûn gundên hawîrdor. Ji ber vî yekê me xwest ku êdî mizgeftekî me hebe. Ev bang li hemî birayên xwe yên Mislimanan dikim bila ji bo înşaeta mizgeftê alîkarî bikin.”

Nişteciyekî gund ê din Baver Aslan jî destnîşan kir ku ji ber bê mizgeftiyê zarokên gund ji nirxên xwe yên dînî dûr ketine. Dûvre Aslan wiha li axavtina xwe kir: “Me her cûr teşebusê kir lê diyarkirin ku tehsîsat tune. Alîkarî nekirin. Em di derfetên zor de hewl didin ku înşaeta mizgeftê biqedînin.” (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir