• DOLAR 32.367
  • EURO 34.968
  • ALTIN 2325.233
  • ...
Bi îşkence û îftirayan cezaya sermedî dan wî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Turgut Barutê ku wê çaxê 19 salî bû ji bo ku nan bistîne derdikeve derve û ji teref polêsan ve tê binçavkirin. Dûvre îşkenceyên cûr bi cûr lê tê kirin. Rêvebirên Sahabe-Derê ya Diyarbekirê bal kişandin ku Turgut di encama van îşkenceyan de macbûr maye cûcên di dosyaya xwe de qebûl kiriye. Rêvebirên komelê destnîşan kirin ku wekê Barutê sedan mehkûm hene. Ji ber vî yekê divê ku ji nû ve rêya darizandinê vebe.

Rahîme Barutê dayîka Turgut Barutî diyar kir ku ew ev 23 sal e di hesreta lawê xwe de ye. Wê daxwaz kir ku demildest dawî li wê zulmê were.

Serokê Sahabe-Derê Abdulmuttalîp Yuva ragihand ku Turgut Barut bes ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hatiye girtin û dûçarê îşkenceyên wehşiyane bûye.

Yuva wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di salên 90an de gelek hevalên me yên ku bes ji ber ku xwedî nasnameya Îslamî bû îşkence li wan hatiye kirin. Turgut jî ji van kesan yekî ye. Ew bixwe 23 sal berê dema ku 19 salî bûye çûye da ku nan bistîne. Piştî ku derketiye derve êdî nehatiye.”

“Bê dengiya ji vî zulmê re şirîkbûna vî sûcê ye”

Yuva bal kişand ku wan vî zulma ku li wan hatiye kirin di her platformê de anîne ziman û dê vî yekê bidomînin. Dûvre Yuva wiha li axavtina xwe zêde kir:

“Wek Sahabe-Der em malbatên van birayên xwe ziyaret dikin. Me di her platformê de diyar kir ku ev birayên me bê sûc û guneh hatine girtin. Dê em vî yekê bidomînin. Rastî jî malbat perîşan bûye. Ev 23 sal e ku dayîka kovandar çi dikêşe û çi nakêşe. Mirov nikare vî yekê xeyal jî bike. Ev zulmekî mezin e. Her tiştên ku van kesan kiriye derketine holê. Ev birayên me hêj jî di girtîgehê de ne. Ez ji vir bang li hikûmetê, raya giştî û kesên xwedî wîjdan dikim. Ev webal e. Bê dengiya ji vî zulmê re şirîkbûna vî sûcê ye. Heke hûn naxwazin ku sibe di Mehkemeya Kubra de di bin vî webalê de nemînî dijî vî zulmê bisekinin û ji bo ku ji nû ve birayên me werin darizandin dosyaya wan ji nû ve vekin.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir