• DOLAR 32.529
  • EURO 35.056
  • ALTIN 2437.087
  • ...
Li Stewrê şer: 5 PKKyî hatin kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Stewra Mêrdînê di nabeyna leşker û PKKyiyan de şer derket. Di encama şerên ku derketin de 5 PKKyî hatin kuştin û eskerek birîndar bû. Leşkerê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Gor agahiyên hatine bidestxistin bûyer di derdora saet 07.30yan de li Gundê Bagkayaya girêdayê navçeya Stewrê qewimî. Eskerên ku derketibûn operasyonê bi komekî PKKê re rû bi rû man. Dûvre di nabeyna PKK û leşkeran de şer derket.

Di şerê de leşkerek birîndar bû û 5 PKKyî jî hatin kuştin. Birîndarê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. (ÎLKHA)



 

Bu haberler de ilginizi çekebilir