Jetên Rûsan Helebê bombebaran kirin: 6 mirî, 20 birîndar
Hat ragihandin balafirên şer ên Rûsyayê Helebê dan ber bombeyan, di bombebarana ku hat kirin de 6 siwîl jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 20 siwîlan jî birîndar bûn.
Her weke ku dê bê bîran berî niha li Sûriyê agirbest hatibû îlankirin.Ji 19ê Îlonê vir ve li Helebê nêzî 450 kes di bombebaranan de hatin qetilkirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.( ÎLKHA)