• DOLAR 32.331
  • EURO 34.994
  • ALTIN 2297.427
  • ...
"Di niştinê de bersûc şano dilîzîn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doza Yasîn Boru û yên hevalên wî a ku li Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê de hat dîtin taloqê 7ê Mijdara 2016an bû. Xizmên mexdûran diyar kirin ku bersûc û parêzerên wan hewl didin ku dozê şolî bikin û wan destnîşan kirin ku qetîl di niştinê de ristên ku ji teref kesên din ve ji wan re hatine diyarkirin dilîzin.

Mustafa Boruyê mamê      Yasîn Boru ji ber ku bersûcan gotine ‘em ji ber ku Kurd in di girtîgehê de ne’ bertek nîşan da û destnîşan kir kesên ku hatine qetilkirin jî Kurd in.

Boru wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wekê her demê hewl tê dayîn ku niştin were şolîkirin. Parêzerên wan jî hewl didin ku dozê şolî bikin. Wekê çawa ku bersûc ji ber ku Kurd in tên darizandin. Em jî di hemberê vî yekê de dibêjin madem kesên ku hatine girtin ji ber ku ew Kurd in hatine girtin kesên ku hatine qetilkirin gelo Tirk bûn? An jî kesên ku vî emrê dabûn wan Tirk bûn. Ew wek Kurd çima emrê Tirkekî anîn cî û  bûyerên 6-7ê Cotmehê pêk anîn? Yanê tê dîtin ku gotinên wan hev nagirin.”

Mam Boru diyar kir ku ew darizandinekî adilane dixwazin. Dûvre wî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em hevîdar in ku gelê me jî dijê vî bûyerê bisekinin. Lewra ev bûyerekî ketûber nebû. Ev bûyer dijî kesên ku hewl didan Îslamiyetê bijîn bû. Niha li her derê Tirkiyeyê bûyerên wiha hene. Heke ji bûyera qetilkirina Yasîn Boru û hevalên wî ders hatibûya sitandin dê vî gavê wiha nebûya.”

Oztekîn Dakakê bavê merhûm Huseyîn Dakakî dûbare daxeaz kir ku kesên vî bûyerê dane kirin jî bila bên darizandin. Dûvre Dakak wiha li axavtina xwe zêde kir: “Gotinên hemî mehkûman ên ku niha tên wek hev in. Di girtîgehê de xebatekî çêbûye şano tê lîstin. Wekê roja berê ku me gotibû ev dadgehekî adil nîne. Derewgotina parêzeran diçe zora me. Hindik maye ku şahid Yusuf Er wek bersûc bidin nîşandan. Em jî edaletê ji Xweda dixwazin. Ji vir ne.”

Mehmet Gokgozê bavê Hasan Gokgoz jî nêrînên xwe yên di derbarê dozê de wiha anî ziman: “Niha bersûc diyar dikin ji ber ku ew Kurd in di girtîgehê de ne. Ev kesên ku hatine qetilkirin Kurd nînin? Bersûc diyar dikin ku ew hatine mexdûrkirin. Ez jî mexdûr im û 2 zarokên ku ez mecbûr im li wan binêrim hene. Ez hêviya edaletê me. Ji ber ku em Misliman bûn em hatin qetilkirin.” (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir