• DOLAR 32.335
  • EURO 35.126
  • ALTIN 2309.58
  • ...
SON DAKİKA
"Bersûc di girtîgehê de xebatên siyasî dikin dûvre beşdarê niştinan dibin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di 6-7ê Cotmeha 2014an de di êrîşên ku bi bi hinceta Kobaniyê hat lidarxistin ji teref PKKê ve Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Riyad Guneş û Hasan Gokgoz hatibûn qetilkirin. Di bergeha vê doza ku li Mehkemeya Cezaya Giran a 2yemîn a Enqerê tê dîtin de û 19ê wê girtî bi tevahî 41 kes tên darizandin taloqê 7ê Mijdara 2016an bû.

Ji parêzerên dozê Mahmut Dogan piştî niştinê daxuyanî da û Dogan destnîşan kir ku bersûc xwe wekê mexdûrên îdeolojîk didin nîşandan. Dogan diyar kir ku ev 8 niştine malbatên mexdûran çendîn kîlomêtre ji rêya dûr tên û beşdarê niştinê dibin.

Dogan ragihand ku ji teref bersûc û kesên ku piştgirî didin wan ve prowoqasyon tê kirin. Dûvre Dogan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em di niştanan de van provoqasyonan hilnadin nezerê û bidestxistina mafên xwe bi rêk û pêk didomînin.”

Doğan diyar kir bersûc hewl didin ku dozê bikêşin aliyekî din. Dûvre Dogan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi taybet ji bersûcên ku di girtîgehê de ne xebatên siyasî dikin dûvre beşdarê niştinan dibin. Wan diyar kirin ji ber ku ew kurd in div an dadgehan de tên darizandin. Lê şehîd jî Kurd in, kesên ku hatin qetilkirin jî Kurd in. Di holê de pirsgirêkekê ji aliyê Kurdayetiyê ve tune. Di holê de pirsgirêkekî ji aliyê baweriyê ve heye. Di holê de cinayet heye. Bi taybet hewl dan ku bidin nîşandan da ku ev doz dijî Kurdan e. Lê wisa nîne.”

 “Di girtîgehê de ji bo ku mexdûriyetekî îdeolojîk pêk were xebatek heye”

Rojnamevanekî anî bibîranîn ku bersûc hewl didin ku xwe wek mexdûrên FETO bidin nîşandan. Li ser vî yekê Dogan wiha pê de çû: “Di girtîgehê de ji bo ku mexdûriyetekî îdeolojîk pêk were xebatek heye. Ev cinayeta PKKye. Berpirsyarê vî yekê PKK ye. Di 6-7ê Cotmehê de FETO bang li gel nekir ku ew derkevin derve. HDP bang li gel kir.” (ÎLKHA)
 

























Bu haberler de ilginizi çekebilir