• DOLAR 32.37
  • EURO 34.992
  • ALTIN 2325.42
  • ...
Mexdûrên  kumpasên FETO yên ku nayên dîtin-4
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Camiyên Îslamî digel ku rastiyeke vê civakê bin jî ji damizrandina Komareya Tirkiyê heta îro her tim ji vê civakê nahetin hesibandin.  Her çi qas rengên kesên li îqtîdarê ji hev cûda bin jî dîsa li gor statukoyê tevgeriyan û darbe li hêvî û dahatûya Mislimanan dan.

Xelkê Misliman hêvî dikir ku ev zilma ku hatiye kirin rojekê bê dîtin, lê belê ev hêviyên wan pêk nehatin.Ew rêveberiya ku di destê hinek kesan de ye û ji bawerîya însanan dûr e her tim bû sedema mexdûriyetan.

Hinek caran darbeker hinek caran mantiqa dewleta polêsan û hinek caran jî burokrasiya siwîl derket holê û ev her sê bûn sedema gelek êş û eleman.Îqtîdarên ku hatine guhartin her tim mexdûrîyeta wan kesên ku ji xwe re heval didît û nêzî wî bûn û li gor bayê serê wan diçûn ji rastê rakirin.Lê belê di vê heyama ‘îqîtîdara ku rengê xwe li ser xwe girtibû’ jî mexdûriyet, êş û elemên camîayên Îslamî nehatin dîtin  û ji rastê nehatin rakirin.

Piştî teşebûsa darbeya ku ji teref FETO ve hat kirin re komplo û kumpsên ku ji teref rêxistina FETO ve hatibûn tertîpkirin yek bi yek deşifre bûn.Ev hêza tarî, ji teref camîayên Îslamî ve dihatin bidengkirin lê dengê wan qet nedihat bihîstin û  ew di warê hişyariyan de heqdar derketin.

Belê, her tişt eşkere bûbû.Piştî 15ê Tîrmeha ku ji Tirkiyê re bûbû mîlad re mexdûriyetên ku rêxistina FETOyê ji wan re bûbû sedem yek bi yek dihatin axavtin.Temamên camîayên ku hatibûn mexdûrkirin zen kirin ku ew ê mexdûriyetên wan ji rastê bê rakirin û ew ê ji wan re îadeyî îtîbar bê kirin.Nexasim ew Kemalîstên ku bi darbekeriyê navdar in bi rojan di ekranên TVyan de hatin paqkirin.Ew organên medyaya ku hêj di wexteke nêz de jî ji bo wan Kemalîstan sêpayên îdamê amadekirin vêcarê bi unwan û methiyan pesna van Kemalîstan dan û di derheqê wan de xeberan amade kirin.Di encamê de ev kesên ku ji teref civakê ve wek meşum dihatin wesifandin hatin   taltîfkirin û cardin wezîfeya wan ji wan re hat îadekirin.

Lê belê dîsa tu kes dengê wan camîayên Îslamî yên ku ji civakê nedihatin hesibandin neshat bihîstin û tu kes wan nedît.Ev însanên ku di her platformê de mexdûriyetên xwe dianîn ziman, bawer dikin ku dê rojekê edalet tecelî bike.Ev  însan hê jî hewil didin mexdûriyetên xwe bînin ziman.

Ji van mexdûriyetên ku pêk hatine yek jî girtina pêvajoya Mustazef-Derê ye.

Piştî ku dozger û hakimên ku girêdayê FETO ne ji wezîfê hatin dûrxistin û hatin girtin re di rojevê hat diyarkirin qerarên ku ji teref van hakim û dozgeran ve hatine dayîn bila ji nû vê bên nirxandin.Lê belê di bargeha vê gotinê de komplo û kumpasên ku liu camîayên Îslamî hatine kirin hêj nayên dîtinû hinek derdor di vî warî de xwe li nedîtinê dideyne.

Dosyaya bi dîroka 2008 a Qonyayê û dosyaya Enqerê ya bi hejmera 2009/137 a ku bi hevkariya dozger û polêsan li 11emîn Mehkemeya Cezaya Girana a Enqerê hat dîtin ji dozên ku bi îmzayên FETO/PDYê hatine kirin 2 dosye ne ku  di van dozan de bajêrên Stenbol, Diyarbekir û Mêrsîn jî di nav de û tevde 49 kes dihatin darizandin û ev yek ji girtina Navenda Giştî ya Mustazaf-Derê re wek hincet hat nîşandan.

Di doza ku hat dîtin de kesên ku dihatin darizandin ji teref medyaya FETO/PDYê ve bi xeberên manîpulatîf hat nîşandan ku bi operasyonên gelekî mezin hatine girtin û ev kes bi delîlên sexte ahtin lînçkirin , di encamê dozê de ji gelek kesan re gelek cezayên giran hatin dayîn û  bi vî awayî hatin mexdûrkirin.

Temamên heyeta Mehkemeyên ku li wan dozên Qonya û Enqerê yên ku ji girtina Mustazaf-Derê re wek hincet hatin nîşandan dinihêrtin piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê di bergeha lêpirsîna FETO de ji peywirê hatin dûrxistin û hinek ji wan jî ji wezîfê hatin dûrxistin.

Digel ku heyeta van mehkemeyan an hatin girtin an jî ji peywirê hatin dûrxistin ew dosyayên ku bûbûn sedema mexdûriyetan ji nû ve nehatin vekirin ku ev yek jî bikrînda raya giştî birîndar kir.Encax di wan dozên Ergenekon, Balyoz û yên mîna wan de cezayên giran ên ku hatibûn dayîn de  ji kesên ku ceza xwaribûn re rêya darizandina ji nû ve hat vekirin û ew kes hatin beraatkirin.Lê belê ji rêxê din îtîrazên ku ji wan qerarên mehqûmiyetên dozan re hatin kirin dîsa bêencam man.

Doza komplo ya ku li Mustazad-Derê hatiye kirin

Doza komplo ya ku jê re Qonya wek navend bû de axavtina telefonê yê hinek  bersûcên ku tevlî qeçaxçitiya cixareyan bûbûn bi endamên komelê re kiribûn ji teref FETO ve ji bergeha dozê hat têxistin û kumpas dest pê kir.Ev yek jî ji girtina Mustezaf-Derê re wek hincet hat nîşandan.Bûyera ku edlî bi kumpasa ku tertîpkirin wek sûcê rêxistinê hat nîşandan û hat îddîakirin bi qeçaxçitiya cixareyan ji komelê re piştevaniya madî tê kirin û di lêpirsîna vê bargehê de bi dehan kes hatin girtin.

Di derbarê wan dadgerên ku qerarê dan de lêpirsîna terorê hat vekirin

Ew delîlên sexte yên ku ji teref mensûbên daraz û polêsên FETO ve hatibûn amedekirin her çi qas di rojevê de hatibûn gotin û di temamê heyamên mehkemê de hatibin redkirin jî û ev delîl bê hiqûqî bin jî di encama doza bi nimreya 2008/114 a  ku li 6emîn Mehkemeya Cezaya Giran a Edenê hat dîtin de mehqûmiyet hat dayîn û ev yek ji girtina Mustazef-Derê re wek hincet hat hesibandin.

Encax serokê wê rojê yê 6emîn Mehkemeya Cezaya Giran a Edenê Bayram Demîrcî(38081) û endamên bi navê Eyşe Bolaç Yalçin(40913) û Îrfan Yildiz(41039) di bergeha lêpirsîna FETO ya ku piştî teşebûsa darbê hat vekirin de an hatin girtin an jî ji wezîfê hatin dûrxsitin.

Bi komploya FETO/PDYê Mustazaf-Der hat girtin

Bi telebe van dadgerên ku di derheqê wan de bi sûcdarkirina terorîst lêpirsîna hatiye destpêkirin, dozeke komplo hat amedekirin û digel vê komployê li dijî Muzstazaf-Dera ku bi sedan şaxên wî û bi hezaran endamên wî hebûn doza komplo û kumpasê hat destpêkirin.Mustazaf-Dera ku bênavber endamên wê dihatin qetilkirin û êrîş lê dihatin kirin û derket holê ku ev yek jî ji teref PKKyê ku bi FETO re hevkariyê dike re hatine kirin, piştî vê heyamê digel doza komplo hat girtin.

Ji parêzerên dozê Abdulganî Orhan di daxuyaniya ku wê rojê di derheqê bêhiqûqiyên ku di dozê de hatine kirin de wiha axaivîbû: “Dozgeriya li Edenê ji dozgeriya Diyarbekirê teleb kir ku ji ber lêpirsîna ku hatiye destpêkirin Mustazaf-Der bê fesihkirin.Dozgeriya Diyarbekirê jî di meha Tebaxê de îddîanameyê amadekir û li 2yemîn Mehkemeya Hiqûqê ya Esliyê ya Diyarbekirê ji bo Navenda Giştî ya Mustazaf-Derê bê girtin doz hat vekirin.Di dosyayê de hat destnîşankirin ku komelê derketiye derveyê armancên xwe.Lê hêj di doza li Edenê de cezaya tu kesî teqez nebûbû.Ger ku li gor hiqûqê tevgeriyabana diviyabû li benda encama doza li Edenê hatiba sekinîn.”

Parêzerên dozê destnîşan kirin tu fealîyetên Mustazaf-Dera ku hatiye girtin ne li derveyê destûrê ne û tu fealîyetên xwe de propagandaya rêxistinekê nekiriye.Parêzer her wiha destnîşan kirin ew qerara girtinê birine AÎHMê û ew hêvî dikin ku doz bi îadekirina heqên komelê bi netîce bibe.Her wiha tê xwestin  ku bila qerarên mehqûmiyetê bên rakirin û kesên mesûl bên darizandin

Komployeke din a FETO/PDYê li Enqerê

Ji dozên kumpasê yek jî bi hejmera 2009/137 a ku ji teref hêmanên FETO yên ku di nava dewletê de bûn ve li 11emîn Mehkemeya Cezaya Giran a Enqerê hat dîtin.Di doza ku lê 8 jê girtî tev de 11 kes dihatin darizandin de, hewil hat dayîn bi belgeyên sexte di çapemeniyê de weke ku operasyoneke mezin hatiyue kirin bê nîşandan .Lê belê digel temamê van belgeyên sexte û propagandaya reş a ku aht kirin di dozê de tenê Mehmet Şerîf Onuk ceza xwar û kesên din ên ku demekê dirêj hatine mexdûrkirin berat kirin.

Di dozê de belgeyên Beykozê yên ku ji teref FETO/PDYê ve hatine revandin wek delîl hatin nîşandan

Di rapora ku ji teref HUR-DERê ve di derbarê bêhiqûqiyên ku di dozê de hatine kirin de hatibû amedekirin de hat diyarkirin bingeha dozê li ser wê Arşîava Hîzbullah a ku tê diyarkirin di serdegirtinan ku di sala 2000an de li Beykozê li malekê hat kirin de  hatine bidesltxistin hatiye avêtin.Di raporê de hat destnîşankirin divê ev delîl bên muhazfezekirin û wiha li bêusuliyên ku hatine kirin hat bal kişandin:

 “Di zabitnameyên Doza Sereke ya Hîzbullah de derbas dibe ku ji 41 hardîskên ku hatine bidestxistin 24 heb hardîsk ji Emrîka re hatine şandin.Ev agahî û belgeyên bi vî awayî girîng ên ku dibe ku texrîfat li ser wan bê kirin li derveyê emanetên edlî tên girtin ku ev yek li gor himkên CMKyê îhlal û hikmên giran e.Ev dosya û îddîayên ku tên îddîakirin ji hardîskan hatine girtin  û tenê di dosyaya dozê de wek fotokopi cî girtine derbasbûna wan a hiqûqî nemaye.Pêwîst e ku bê nîqaşkirin ka ew daneyên dîjîtal karibin li mehkemê wek delîl bên bikaranîn an n, lê belê belgeyên fotokopî yên ku îxtîmaleke mezin li ser wan guhartin bên kirin di derheqê bi hezaran kesan de lêpirsîn hat vekirin ku ev yek jî faciaya hiqûqê ye.”

Dozên Hîzbullah tev bi şaibe ne

Her wiha derket holê ew Arşîva Hîzbullah a ku diviyabû li emaneta edlî bana ji vê saziyê re nehatiye teslîmkirin û ne li ewlehiyê ye û ji teref FETO/PDYê ve hatiye revandin û ji derveyê welêt re hatiye birin.Piştî vê heyamê her çi qas ew delîlên ku tên îddîakirin ji Arşîva Hîzbullah hatine girtin û dozê de hatine bikaranîn ketibin rewşa şaîbebûnê jî ev delîl û belgeyên ku tên îddîakirin di dozên ku li STKyan hatin vekirin de jî hatine bikaranîn û bi van doz hatin vekirin.Di van dozên ku hatin vekirin de bi ‘raporên kurtejiyanê yên ku ji bilgisyarê’ ji teref desteke sêyemîn ve hatine amedekirin bi hezaran kes hatin mehqûmkirin.

Ev belgeyên fotokopi yên bilgisayaran ên ku tê diyarkirin li Beykozê hatine girtin piştî ku nêzî 10 salan hatin sekinandin re ji teref dadgerên FETO/PDYê ve li Enqerê ji bo komployan hatin bikaranîn û ji teref van ve ji dozên komplo re wek bingeh hatin bikaranîn.8 kesên ku bi kumpasan hatin girtin piştî demeke dirêj peyderpey  hatin serbestberdan  û dû re jî beraat kirin.Di dozê de Mehmet Şerîf Onuk re jî 6 sal û 3 meh ceza hat dayîn.

Ew dîmenên ku li Beykozê wek qased hatibûnn bidestxistin li Enqerê wek CD hatibûn bidestxistin

Ev delîlê ku bû hinceta ji Onukî re ceza bê dayîn, CDyeke ku di arşîva Hîzbullah de bû ji teref FETO ve ji dereveyê welêt re hatibû revandin û her wiha ev delîlê ku tê îddîakirin ji emanetên edlî re nehatibû teslîmkirin.Ev CDya ku tê îddîakirin, diviyabû an li ewlehiyê bana yan jî li emanetên edlî bana hat îddîakirin bi Onukî re hatiye girtin û jê re ceza hat dayîn.Ev dîmenên ku tên îddîakirin di CDyê de li Diyarbekirê di dozeke din de jî hatin bikaranîn û hatibû îddîakirin ev qesada ku wek VHSyê tê wesifandin li Beykozê  hatiye girtin.Çawa çêdibe ew qeseda ku wek VHSyê ye û ji bilî ewlehiyê li va tu kesî nîne bi Mehmet Şerîf Onukî re wek CDyê tê bidestxistin.

Di rastiyê de ev mînak bi tena serê xwe jî komployên ku ji teref FETO/PDEYê ve hatine sazkirin dide ber çavan.Lê belê ev rastiya ku ji teref parêzerên dozê ve dihatin gotin ji teref wê heyeta mehkemeya ku di bergeha lêpirsîna FETO de hatin girtin an jî ji wezîfê hatin dûrxistin nehat guhdarkirin û pê eleqedar nabûn.

Ew dadgerên ku qerarên mehqûmiyetê dan di bergeha lêpirsîna FETO/PDYê de hatin girtin

Serokê 11emîn Mehkemeya Cezaya Giran a Enqerê Dundar Orsdemîrê (35974) ku li dozê dinihêrt di bergeha lêpirsîna FETO/PDYê de hat girtin û di bergeha heman lê»irsîne de endamên heman heyetê yên bi navê HAKAN Oruç(37272) û Kadriye Çatak(38129) bi sûcdarkirina terorîstbûnê tên darizandin.Lê bel  mexdûriyetên ku ji teref vê heyetê vê hatibûn kirin hêj wisa ne û li benda edaletê ne.

Kesên mexdûr ên ku di dozên Enqere û Qonyayê de bi destê van mehkemeyan hatine mexdûrkirin û teleb dikin ku neheqî ji rastê bên rakirin û ev dadgerên ku li vê dozê dinihêrtin bên darizandin.(ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir