• DOLAR 32.585
  • EURO 35.013
  • ALTIN 2460.319
  • ...
Jimara kesên ku di êrîşa Dêrîkê de jiyana xwe ji dest dan derket 3yan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Dirêka Mêrdînê di derdora Gundê Tilbisimê erîş li wesayîta leşker û gundparêzên ku ji wezîfê vedigerana hat kirin. Di encama êrîşa ku wek bombeyî hat lidarxistin de jimara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 3yan.

Gor agahiyên hatine bidestxistin li derdora Gundê Tibilsima ku li ser Rêbeja Dêrikê ye berê teqemenî hatibû bicîkirin. Di encama êrîşa ku li wesayîta siwîl a ku leşker û gundparêz tê de hebûn hat kirin de ji 10 kesan 3yê wê di gel hemî midaxaleyan jiyana xwe ji dest dan. Kesên ku di encama înfilaqkirinê de birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Her wiha hat ragihandin ku 3 kesên di encama êrîşê de bi şiklekî giran birîndar bûbûn bi helîlopteran rakirin nexweşxaneyên li Diyarbekirê. Tedawiya 4 leşkerên din jî didome. (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir