• DOLAR 32.38
  • EURO 34.98
  • ALTIN 2326.131
  • ...
Zarokên Sûriyeyî bi perwerdehiyê tên rehabîlîtekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Rihayê digel destpêka heyama perwerdehiyê ya 2016-2017an, 56 hezar zarokên Sûriyeyî li Navendên Perwerdehiyê yên Demkî  dest bi mektebê kirin.Zarokên Sûriyeyî digel dersên Erebî her wiha dersên Tirkî jî dibînin.Zarokên Sûriyeyî ji bo ku ji wê trawma şerê li Sûriyê xelas bibin di dersên muzîkê de îlahiyan bi lêv dikin.Zarok bi vê yekê hewil didin ji trawmaya şer xelas bibin.

Di derbarê mijarê de Midûrê ‘Navenda Perwerdehiya Demkî yê Modela Seîd’ Ayhan Karataş  wiha axivî: “Ev mekteb ji bo zarokên Sûriyeyî hatin vekirin.Li vê derê perwerdehî û hindekarî tê dîtin.Em li vê derê hewil didin perwerdeyeke baş bidin zarokan.Îsal 650 telebeyê mekteba me heye.Lê em difikirin ku vê hejmarê derxînin 800î.Em hewil didin ev xwendevan ji civakê re fêdedar bibin.”

 Muderrîs Ustad Xelîlê ku têdikeve dersên Erebî jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Digel vekirina vê  mektebê gelek zarokên Sûrî yên ku berî niha nediçûn mektebê dest bi mektebê kirin.Dahatû û heviyên me ev xort in. Ez ji vê derê bang li kesên rayedar dikim, bil ali van zarokên Sûriyeyî xwedî derkevin.”(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir