• DOLAR 32.368
  • EURO 34.976
  • ALTIN 2325.24
  • ...
Wezareta Derve êrîşên ku li Helebê hatin kirin şermezar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Derve ve hatiye weşandin de wiha hat destnîşankirin: “Li Sûriyê rejim û alîgirên wê di van çend rojên dawî de li Heleb û hawirdora wê êrîşên hewayî pêk anîn û di encamê van êrîşan de zêdetirî 300 mirovên sivîl mirin û bi sedan jî birîndar bûn. Em van êrîşên ku bûne sedema mirin û birîndarbûna însanan, bi şidet şermezar dikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin rejîma Sûrî ne terefdarê çareseriyê ye û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Di heyama ku tevî welatê me komek welat hewl didin ku pêvajoya agirbesteke nû bidin destpêkirin de, ev êrîş tên lidarxistin. Van êrîşan careke din jî nîşan dane ku  li Sûriyê rejîm û alîgirên wê ne terefdarê  çareseriyeke siyasî ne.Ev çalakî him sûcê şer in û him jî sûceke ku li dijî însanetîyê hatine kirin in.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir