"Xeberên lihevkirina bi PYDê re ne rast in"
Berdevkê Serokomariyê Kalin di daxuyaniya ku li Kuliyeya Serokomariyê da de destnîşan kir bi tu awayî bi PYDê re lihevkirin çênebûye.
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin destnîşan kir bi PYDê re lihevkirin nehatiye kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di rastiyê de ew efsaneya YPGê ya ku li Sûriyê qinyatî jê re dihat anîn û li dijî DAIŞê şer dikir, digel operasyona Cerablûsê ji holê rabû.”
Kalin di berdewama daxuyaniyê de di derheqê Mertala Feradê de destnîşan kir aramanca operasyonan ewlehîya sînorê ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Her wiha aramanca operasyonê ewlehîya kesên ku li heremê û li Sûriyê dijîn pêk anîn û ji heremê paqijkirina hêmanên terorîstî ne.”(ÎLKHA)