Ji DYEyîyên ku di sefên YPGê de li Minbicê hatin kuştin re merasim hat tertîpkirin
3 hemwelatiyên Emrîka yên ku di nav sefên YPGê de bûn û di pevçûna li Minbiçê hatin kuştin re li Silêmanî cenazeyên wan teslîmî rayedarên Emrîkayî hatin kirin.
3 hemwelatiyên Emrîka yên ku di nava sefên YPGya şaxa PKKê ya şaxa Sûriyê de bûn piştî ku di pevçûna li Minbiçê hatin kuştin re cenazeyên wan anîn Silêmaniya Kurdistanê û teslîmî rayedarên Emrîkayî hatin kirin.Li Silêmanî cenazeyên 3 hemwelatiyên Emrîka yên ku di nav sefeên YPGê de bûn bi merasîmekê hatin teslîmstandin.
Di darbarê mijarê de Midûrê Deriyê Sînorê a Peşabûrê Şevket Berbuharî di daxuyaniya ku ji Rûdawê re da de destnîşan kir YPGyiyên bi navê Jordaan Andrew, Well Savage ve Levi Jonson ên ku hemwelatiyên Emrîka bûn û di pevçûna li Minbicê de hatibûn kuştin bi merasîmeke ku hat tertîpkirin teslîmî rayedarên Emrîka yên ku hatin deriyê sînora Sêmalka hatin kirin.
Ji rexekî ve tê diyarkirin ev Emrîkayî di şerê ku bi DAIŞê re derket de hatine kuştin û ji rexê din ve jî tê îddîakirin ku ev her 3 YPGyiyên ku hemwelatiyên Emrîkayê ne di şerê ku di navbera ASA û YPGê derket de hatine kuştin.
Tê zanîn di nava wê YPGya ku şaxa PKKê ya Sûriyê ye û ji Emrîka re wek hêza erdê dixebite de gelek eskerên bi pere û ajanên CIAyê hene.(ÎLKHA)