• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Mexûrên Sûrê ji bedela xisarê ya kêm re bertek nîşan dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nişteciyên navçeya Sûra Diyarbekirê yên ku ji ber berîqet û çalên PKKê mexdûr bûbûn diyar kirin ku di derheqê mexdûriyeta wan de rêvebiran soz dabû wan lê ev saz pêk nehatiye.

Mexdûrê navçeyê diyar kirin ew hêvîdar bûn ku piştî îtiraza wan Lijneya Tespîta Xisarê mîqtara ku hatibû diyarkirin dê zêdetir bûbûya. Lê berevajî kêm bûye.

Yalçin Erzem diyar kir ku ew wek malbat ji şer û pevçûnên navçeyê neyînî bandordar bûne. Dûvre Erzem wiha li axavtina xwe zêde kir: “Nîvê Sûrê xira bû. Ji ber vî yekê gelek însan niha cî tune ku bisitire. Ji xeynî vî yekê mîqdara ku wek bedela eşyayên di nav malên gel ên ku mexdûr bûne de di nabeyna 3-5 hezarê de diguhere. Herî zêde ev behayê makîneya firaqan an jî ya cil û bergan e. ji bo mala min eşyayên min hejmartin û di qabilê vî yekê de 7 hezar û 300 TL dan min.”

Ugur Erdogan destnîşan kir ku wî di pêvajoya şerê Sûrê de bavê xwe yê nexweş ji dest daye. Her wiha Erdogan destnîşan kir ku rêvebiran ji bo ku mexdûriyeta wan were çareserkirin soz dane lê dema ku mîqtara ji teref lijneya diyarkirinê ve hatiye dayîn dîtiye pir heyiriye.

 “Ji bo ku mexdûriyeta xwe bînin ziman em çûn cem rêvebiran wan ji mere gotin; ‘we piştgirî da terorê û wan têxist vir.`”

Erdogan diyar kir wan ji vî bedela ku hatiye dayîn re îtiraz kirine. Dûvre Erdogan wiha pê de çû: “Dema ku mirov diçe lijneya tespîtkirinê wiha dibêje; ‘îtiraz bikin ku lijneya tespîtkirinê dûbare binirxîne.` Me jî wek hêvîdarek îtiraz kir. Piştî ku kekê min û cîran ji bo mêzekirina mîqtara îtirazê kirin û j imin re gotin ez pir heyirîm. Piştî îtiraza ku min kir bedela eşyayên min ji 5 hezarê ket 2 hezaran. Ji bo ku mexdûriyeta xwe bînin ziman em çûn cem rêvebiran wan ji mere gotin; ‘we piştgirî da terorê û wan têxist vir.` Heke me terorê têxistiye vir sedema vî yekê hûn in.”

Edîp Mercîmek ragihand ku ew piştî malbata xwe ya 11 kesê ji Sûrê koç kiriye. Mercîmek diyar kir ku berê wek mîqdar bedela eşyayên wî 4 hezar û 600 lîre bûye. Lê piştî ku wî îtiraz kiriye ev jimar ketiye hezar û 300 lîreyan.

 “Bedela xisarê 4 hezar û 600 bû, piştî îtirazê ev beha bûye hezar û 300 lîre”

Mercîmek diyar kir ku di şerê de ji mala wî eşyayên saxlem derneketiye. Dûvre Mercîmek wiha li axavtina xwe zêde kir: “3-4 meh beriya bûyeran min 3-5 perçe eşyayên elektronîkî sitand. Piştî ku bûyer dest pê kirin nîvê malê xirab bûbû û 80 der sed eşya hemî mehf bûbûn. Ji malê eşyayekê sererast derneket. Bedela xisarê 4 hezar û 600 bû, piştî îtirazê ev beha bûye hezar û 300 lîre.”

Her wiha Mercîmek anî bibîranîn ku alîkarê waliyê yê ku berpirsyarê lijneya tespîtkirinê bû di bergeha lêpirsîna hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de hatiye girtin.

Ji esnafên Sûrê Ahmet Şenyîgît destnîşan kir ku ew dixwazin bila mexdûriyeta wan were çareserkirin. Dûvre Şenyîgît wiha li axavtina xwe zêde kir: “9 meh e ku em sifteh nakin. Piştî şerê komîsyona tespîtkirinê hinek kes hatin lê ev yek jî bes ji bo kerrkirina gel bû.” (ÎLKHA)


















 

Bu haberler de ilginizi çekebilir