• DOLAR 32.578
  • EURO 34.91
  • ALTIN 2425.77
  • ...
 "Zaroktiya me ji bavê me dûr û di rêyên girtîgehan de derbas bû"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zarokên  kesên xwedîyên nasnameyên Îslamî yên ku ji teref polês û daraza FETOyê ve hatin girtin û di girtîgehan de ne di derbarê mexdûriyetên ku jiyane de destnîşan kirin zaroktiya wan ji bavê wan dûr û di rêyên girtîgehan de derbas bû û bang li kesên rayedar kirin da ku ji nû ve rêya darizandinê ji bavên wan re bê vekirin.

Zarokên ku di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivîn di derbarê mijarê de destnîşan kirin ew hakim û dozgerên ku ceza dan bavên wan  yek bi yek ji endambûna FETO tên girtin.

“Temamê zaroktiya min ji bavê min dûr û di rêyên girtîgehê de derbas bû”

Hayrûnnîsa Uluişika ku qîza  Ayetullah Uluişikî ye, di derbarê bavê xwe yê ku di sala 2011an de ji teref 2yemîn Mehkemeya Cezaya Giran a Diyarbekirê ve jê re 12 sal û 6 cezaya hepsê hatiye dayîn de wiha axivî:  “Dema ku bavê min hat girtin ez 7 salî bûm. Ez ji bo bavê xwe û hevalên wî edaletê dixwazim.Temamê zaroktiya min ji bavê min dûr û di rêyên girtîgehan de derbas bû.Tu sûcê bavê min nîn bû û ev bi salan e ku di girtîgehê de ye. Li gor yasaya nû ya ku derket heqê tehliyê dan temamê diz û sextekaran; lê belê wê heqê tehliyê nedan wan kesên ku dersa Qur’anê didan û diçûn camiyan.Ez teleb dikim, bila dawî  li vê neheqiyê bê anîn.”

 “Ez jî weke zarokên din dixwazim îda xwe bi bavê xwe re biborînim”

Uluişik di berdewama axavtina xwe de bang li serokomar kir û wiha got: “ Piştî teşebûsa darbê hatiye fêmkirin ku bavê min û hevalên wî bê sûc in.Lê digel vê yekê tu tişt nehat kirin.Ez jî weke wan zarokên din dixwazim îda xwe digel bavê xwe û digel birayên xwe di nava hizûr û aramîyê de biborînim.Dema ku ez 7 salî bûm  bavê min kete hepse û ev bû 5 sal ku belesebeb di girtîgehê de tê girtin.”

 “Ez li ber devê derîyên girtîgehan mezin bûm”

Rûmeysa Fîdanciya qîza Mihemed Fîdanciyê ku ev bû 17 sal di girtîgehê de ye jî di derbarê bavê xwe yê girtî de wiha axivî: “Ev bû 17 sal ku bavê min di girtîgehê de ye.Zaroktiya min di rêyên girtîgehê de derbas bû. Ez li ber devê derîyên girtîgehan de mezin bûm.A niha xwişkeke min biçûk heye, ez naxwazim ew jî vê çîle û eziyetê bikşîne.Bavê min mexdûrê FETOyê ye.Kesên ku îşkence li bavê min kirin û dan kirin  a niha di girtîgehan de ne.Em edaletê dixwazin.Ez ji vê derê bang li serokomarî dikim.Bila li vê îdê ji me re jî îd were. A niha xwişkeke min biçûk heye, ez naxwazim ew jî vê çîle û eziyete bikşîne.”

Bav, xanim û naskirîyên mehqûmên ku ji teref FETO ve hatine girtin û mexdûrkirin jî balan kişandin li ser kumpasên FETO û  ji ber vê yekê ji hikûmetê vê teleb kirin ‘Em ne efûyê, darizandina ji nû ve dixwazim.”(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir