• DOLAR 32.574
  • EURO 34.997
  • ALTIN 2460.99
  • ...
Malbatên mexdûr ên 28ê Sibatê û FETO: Em qencî û efû naxwazin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê malbatên mehkumên dîndar ên ku dûçarê zilma saziyên kûrû paralel ên wekê FETO bûne daxuyaniyêkî çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku ew qencî û efû naxwazin. Ew bes dixwazin ku mafên girtî û ji nû ve were dayîn û rêyekî darizandinê ya nû vebe.

Hanîfe Çelîk daxuyaniyê li ser navê malbatên mexdûr xwend. Çelîk di daxuyaniyê de wiha destnîşan kir: “Berê û piştî pêvajoya 28ê Sibatê heta hewldana derbeya 15ê Tîrmehê kesên dîndar û xwedî hestyar ji ber nasnameyên xwe hatine binçavkirin û dûçarê îşkenceyan bûne. Em ji bo ku mafên birayên me yên Yusufî werin dayîn li Batmanê me li ser navê Înîsîyatîfa Mexdûrên 28ê Sibatê û FETO dest bi saziyekî nû kir.”

 “Şanoyên ku heyamekî wek bazî dihatin lîstin êdî derketine holê”

Çelîk diyar kir ku armanc û paldanka bingehîn a înîsîyatîfa wan rizayê Xweda ye. Her wiha Çelîk bal kişand ku mêr, bav û birayên wan ji ber nasnameyên xwe yên Îslamî bûne hedef. Dûvre Çelîk wiha pê de çû: “Çendîn sal e ku di encama qumpasên hatine lidarxistin de bira, bav, mêr û zarokên me di zindanan de ne. Bes ji ber nasnameya wan a Îslamî bûne hedef. Mesumiyet û belengaziya van însanan roj bi roj çêtir tê fêmkirin. Şanoyên ku heyamekî wek bazî dihatin lîstin êdî derketine holê.”

 “Em ji tu kesî daxwaziya qencî û efûyê nakin”

Di domahiya qaxuyaniyê de wiha bal hat kişandin: “Ji ber vî yekê em dixwazin bi we endamên çapemeniyê re înîsîyatîfa xwe di vî roj û saetê de îlan dikin û vî peyamê ji rêvebiran re radigihînin. Wek malbatên mexdûr em ji tu kesî daxwaziya qencî û efûyê nakin. Berê û piştî pêvajoya 28ê Sibatê heta hewldana derbeya 15ê Tîrmehê kesên dîndar û xwedî hestyar ji ber nasnameyên xwe hatine binçavkirin û dûçarê îşkenceyan bûne. Em ji bo ku mafên birayên me yên Yusufî werin dayîn li Batmanê me li ser navê Înîsîyatîfa Mexdûrên 28ê Sibatê û FETO dest bi saziyekî nû kir.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir