HUDA PAR, mexdûrên qetlîama Dîlokê ziyaret kir
Serokatiya Bajarê Dîlokê ya HUDA PARê xizmên kesên ku di teqîna Dîlokê de jiyana xwe ji dest dabûn ziyaret kir û dûvre serxweşî li malbatan da.
Serokatiya Bajarê Dîlokê ya HUDA PARê xizmên kesên ku di teqîna Dîlokê de jiyana xwe ji dest dabûn ziyaret kir û dûvre serxweşî li malbatan da.
Serokê Bajarê Dîlokê yê HUDA PARê Mehmet Nakşî Erat û kesên partîyî Mehmet Ozerê ku di êrîşê de qîza xwe ya Semanur a 5 salî û birayê xwe yê 12 salî Kerem Ozerê ji dest dabû ziyaret kirin û dûvre serxweşî lê dan.
Serokê Bajarê Dîlokê yê HUDA PARê Mehmet Nakşî Erat piştî ku serxweşî li bavê kovandar Mehmet Ozerê da wiha axivî: “Înşaellah dê em van kovan, êş û janan li paş bihêlin. Ev êrîş li yekitî û biratiya me hatiye kirin.”
Ji xeynî HUDA PARê Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya Berweriyan (PER-DER) jî beşdarê taziyê bû. Di ziyaretê de bal hat kişandin ku ev kesên di encama êrîşên bombeyî de mexdûr bûne tenê nînin. (ÎLKHA)