• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
 "Mêrê min ji ber ku endamê Mustazaf-Derê bû bi kumpasa FETO wî xistin girtîgehê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ahmet Kalanê ku endamê Mustazaf-Derê bû li Adiyamanê bi kumpasên FETO hat binçavkirin û wî xistin girtîgehê.Husna Xanima ku pîreka Ahmet Kalanê ku bi kumpasê FETO hatibû girtin di derbarê zilamê xwe de destnîşan kir  ji ber ku ew  alîkariya kesên feqîr dikin ev yek wek sûcê rêxistinê hat hesibandin û wî xistin girtîgehê.

 “Ew fealîyetên yasayî wek sûc hatin hesibandin û wî avêtin girtîgehê”

Husna Xanim di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir zilamê wê û hevalên zilamê wê bi sûcên bêbinî, bi kumpasên FETO hatin hepiskirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zilamê min di sala 2010an de endamê Mustazaf-Derê bû.Di bin banê komelê de fealiyetan dikir.Zilamê min ji însanên feqîr  û ji xwendevanan re alîkarî dikir.Ev fealîyetên ku mêrê min kirine di dosyaya wî de wek sûc hatine nîşandan.Her çi qas mêrê min van tiştan li mehkemê anîbe ziman jî mehkemê jê re got ‘heger em dibêjin ev sûc in , wisa ye ango sûc in.’Bi vî awayî cezayê didine.Mêrê min ji sala 2013an vir ve di girtîgehê de ye.Ango ji ber ku endamê Mustazaf-Derê bû bi kumpasên FETO hat girtin.”

 “Em, tenê edaletê dixwazin”

Husna Xanim di berdewa axavtina xwe destnîşan kir polêsekî ku di binçaviyê de îşkence dikir berî niha li dereke pêşkeşwantiyê kiriye û  wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dixwazin rêya ji vê darizandaninê bê vekirin.Em edaletê dixwazin.Ez ji vir bangî rayedaran dikim.Ji bira jî em gelekî zêde mexdûr bûn.Ji vê re Xweda şahid e.Banga me ji Serokomar û  Serokwezîr re ye.Ez dixwazim mêrê min ji vê bê darizandin.Em tenê edaletê dixwazin.”

Di derbarê  mijarê de bav Hacî Elî Kalan û dê Pakîze Kalan jî mexdûriyetên xwe yên lawê xwe anîn ziman û destnîşan kirin lawê me ji teref polêsên FETOyîst ve hatiye girtin, ma dayîna dersa Qur’anê û ji feqîran kirina alîkariyê sûc e?(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir