TSK: 25 endamên PKK/PYDê hatin kuştin
Li gor daxuyaniya ku ji teref TSKyê ve hatiye dayîn li herema Cerablûsê 25 endamên PKK/PYDê hatin kuştin.
Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat ragihandin li dijî komên PKK/PYDyî yên ku êrîşî endamên TSK û Arteşa Azad a Sûriyê yên ku di bergeha operasyona Mertala Firatê de li Cerablûsê ne kirine, harekata hewayî hat kirin. Di encama operasyona hewayî ya ku hat kirin de 25 endamên PKK/PYDê hatin kuştin û 5 avahî jî hatin îmhakirin.(ÎLKHA)