• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Dapîra Hawa ji bo neviyên xwe di bin 40 derece germahiyê de dixebite
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dapîra Hawaya 90 salî ya ku li Entabê dijî digel temena xwe ya zêde ji bo ku karibe 4 neviyên xwe mêze bike di bin 40 derece germahiyê de di zeviya fistiqan de dixebite.

Dapîra Hawaya ku li navçeya Nîzîpa Entabê dijî di derbarê mijarê de wiha axivî: “4 neviyê min hene.Bûka min berî vê 10 salan wefat kir.Lawê min jî hemaltiyê dike.Ez jî ji bo ku karibim li neviyên xwe mêze bikim hema çi kar ji destên min tê ez dikim.Ma ez çi bikim, tu kesî me nîne, tu kes nîne ku alîkariya me bike.Ji ber vê yekê ez di bin vê germahiyê de dixebitim.”

Dapîra Hawa di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew di mehên havînê de di zeviyên fistiqan de û di demsala zivistanê de jî di zeviyên zeytûnan de dixebite û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez ji bona şikinandina fistiqan hatim vê derê.4 êtîmên min hene.Ez li wan mêze dikim.Ez ji bona ku karibim li wan mêze bikim; di mehên havînê de di zeviyên fistiqan de û di demsala zivistanê de jî di zeviyên zeytûnan de dixebitim.”

Dapîra Hawa di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir elbet di bin vê germahiyê de xebat bi zehmet e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lê belê ez ji bona neviyên xwe mecbûr im ku bixebitim.Ez bi tena serê xwe me.Dema ku bûka min rehmet kir ez bi tena serê xwe mam û ev bû 10 sal ku ez li neviyên xwe dinêrim.”

Dapîra Hewa di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ew ji wan xebatkarên fistiqan ên ku dixebitin zêdetir têt hezkirin û ew di nava rojê de ji bo betlandina xwe ji ser xwe biavêje kilamên Kurdî dibêje.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir