• DOLAR 32.601
  • EURO 34.803
  • ALTIN 2504.903
  • ...
 Digotin "Dema ku em îşkence dikin nakevin bin vebalê, lewra me fetwaya wê standiye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 “Dema ku em îşkence dikin nekavin bin vebalê, lewra me fetwaya wê standiye”

Mihemed Gulê ku li navçeya Serêkaniya Rihayê dijî, di derbarê mijarê de tiştên ku hatine serê wî ji ajansa ÎLKHAyê re wiha anî ziman : “Ez di sala 1992an de di operasyoneke ku li Hîzbullah hat kirin de hatim binçavkirin û 12 rojan di binçav de mam.Di van 12 rojan de gelek îşkence li min hatin kirin.Di berîkên wan polêsên ku îşkence li  min dikirin de kumik hebûn.Ew polêsên îşkencekar dema ku diçûn nimêjê  ji min re digotin ‘Dema ku em îşkence dikin nekavin bin vebalê, lewra me fetwaya wê standiye.’ Her wiha carinan min dîtin ji wan polêsan hinekan ji yên din re digotin ‘ tu dewam bike ez ê biçim nimêja înê.’

 “Di bedena wan hevalên ku îşkence didîtin de hêj şopa îşkenceyan maye”

Gul di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir bêyî hebûna delîlan bi rojan îşkence lê hatin kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di wê operasyona ku li Hîzbullah hat kirin de ez jî di nav de tevde 15 kes hatin binçavkirin.Hinek hevalên min bi rojan di bin îşkenceyan de man.Di bedenen wan hevalên ku îşkence dîtin de hêj cihê îşkenceyan mane.Bi teqez bêyî hebûna delîlan ev însan ev bû 25 sal ku di girtîgehan de ne û sûcên ku nekirine kirin stûyên wan .Wan çaxan ez 18 salî bûm.Lê digel vê ne parêzer dan min û ne jî hiştin ez li mehkemeya zarokan bêm darizandin.”

 “Hewil dan wan çalakîyên ku li ser navên PKKê hatine kirin têxin stûyên min”

Gul di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir bi kumpasên ku ji teref polêsên rêxistina paralel ve hatine amadekirin gelek îşkence lê hatine kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku ez li Midûrtiya Ewlehiyê ya Serêkaniyê bûm îşkence li min dihat kirin.Min jî digot; Laîlaheîlllallah, Ya Resûlullah, Allahu Ekber, lê belê wan tinazên xwe bi min dikirin. Ji min re digotin van sloganan PKK hînî te kir. Hewil dan wan çalakîyên ku li ser navên PKKê hatine kirin têxin stûyên min.Di vê pêvajoya 15 rojan de cûrbecûr îşkence li min kirin.Wê demê îşkenceyên wisa li min kirin ku ez heya dikim wan bînim ziman.Hêj cihê wan îşkenceya di bedena min de mane.”

 “Tu bingeha hûqîqî yên wan qerarên ku dozger û hakimên FETOyîst dane nîne”    

Gul di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir qerara wan dozger û hakimên FETOyîst ne hiqûqî ne û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Birayên me yên ku bi kumpasên FETOyê ketine girtîgehê hene.Em hêvî dikin ev kesên ku hatine mexdûrkirin demildest bên serbestberdan.Em efûya giştî hêvî nakin û naxwazin.Em bûne şahidên bi dehan birayên xwe yên ku bêyî hebûna delîlan bi muameleya keyfî hatine girtin.Em hêvî dikin hikûmet gaveke erênî bavêje.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir