Ji Yetîm-Dera Ewrûpa Kampanyaya Qurbanê
Yetîm-Dera Ewrûpaya ku navenda wê li Elmanyayê ye di derbarê Kampanyaya Qurbanê ya ku wan daye daetpêkirin de nirxandininan kir.
Li 4 erdnigariyên sereke dê qurban bên serjêkirin
Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-dera Ewrûpayê Huseyîn Ateş di derbarê kampanyaya qurbanê ya îsal de wiha axivî: “Îsal dê li 4 erdnigariyên sereke qurban bên serjêkirin.Bedela qurbanên ku dê li Tirkiyê û Balkanan bên serjêkirin 180 Euro, bedela yên li welatên Asya û Afrîkayê 100 Euro û bedela yên li Fîlîstînê jî dê 260 Euro be.Înşaallah ji komeleya me heyetek dê di dema serjêkirinan de hazir bibe û vekolîninan bikin.”
Huseyîn di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir dê digel kampanyaya qurbanê zarok bên bi cilkirin û wiha bang li kesên xêrxwaz kir: “Ez bang li xêrxwazan dikim.Werin di çarçoveya vê kampanyayê de bibin wesîle ku goşt bikeve mala wan kesên ku salê carekê jî goşt nakeve malên wan.Xweda ji niha ve ji wê razî be û xêrên ku hûn ê bikin qebûl bike.”
Ateş di dawiya axavtina xwe de agahiyên têkiliyê wiha destnîşan kir:
IBANa Yetîm-Dera Ewrûpayê: DE50 6001 0070 0786 9127 08
BIC: PBNKDEFF
Navnîşanên Têkiliyê: Pro-Waisen e.V.
Bahnhof Str. 102, D - 79618 Rheinfelden
Tel: 0049 157 73 97 58 18 info@avrupayetimder.com www.avrupayetimder.com (ÎLKHA)