Bi roketan êrîşî Balafirgeha Diyarbekirê kirin
Hat ragihandin 4 heb roket avêtin balafirgeha ku li taxa Baglara Diyarbekirê ye, di êrîşa ku hat kirin de tiştek bi tu kesî nehat.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin bi roketan êrîşî Balafirgeha Diyarbekirê hat kirin.Hat hînbûn ji 4 roketên ku hatine avêtin 2 roket li hewayê teqiyan û 2 jî îsabetî hewşa balafirgehê kirin.Ji ber êrîşê camên balafirgehê şikiyan.
Di êrîşa roketavêjî de tiştek bi tu kesî nehat.(ÎLKHA)