• DOLAR 32.565
  • EURO 34.891
  • ALTIN 2432.365
  • ...
 "Em amade ne piştgiriyê bidin wan girtiyên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbatên mehqûmên xwediyê  nasnameya Îslamî yên ku bi cûrbecûr kumpasên rêxistina paralel ango FETO  têketine girtîgehê, Serokatiya Bajêra Wanê ya AK Partiyê ziyaret kirin û kumpasên ku hatine kirin û mexdûriyetên xwe anîn ziman.

Ehmed Taş di dema ziyareta ku wan kirin de destnîşan kir ew hakimên ku ceza dane naskirîyên wan a niha ji wê lêpirsîna teşebûsa darbê ya FETO de hatine girtin  û di girtîgehê de ne.Taş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Çawa ku serîlêdana  şexsî yên kesên din tên qebûlkirin bila yên me jî bên qebûlkirin.Di vê bergehê de heke cezayên wan zêde bin, bila kêm bikin û hekê wan cezayan heq kiribin bila cezayên wan eynî bimînin.Ger ku ev ceza bê dayîn bila dewlet bide, bila di bin himayeya paralelê de nemine. Heqîqeten ev bû 17 sal ku em digrîn.Dêyên me digrîn.Em tiştekî zêde naxwazin, em tenê darizandineke adilane dixwazin.”

 “Em amadene ku destekê bidin kesên girtî û naskirîyên wan “

Zahir Sogandayê Serokê Bajêr ê AK Partiya Wanê piştî ku mexdûrên FETOyê guhdarî kir re destnîşan kir ew her çi ji destên wan tê amadene ku bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew tiştên ku ji teref rêxistina terorê ya FETO ve hatine kirin ne yên qebûlkirinê ne. Bi ya min divê ew qerarên ku ji teref wan ve di rabûrdûyê de hatine dayîn bên nîqaşkirin.Di vî warî de destek û piştgiriyeke ku ji destên me bê hebe, em amade ne ku him li vê derê û him jî li Enqerê alîkariya wan bikin.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir