• DOLAR 32.567
  • EURO 34.771
  • ALTIN 2503.407
  • ...
Li Cizîrê çi diqewime û çi tê hedefkirin?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî siyaseta çalan a ku ji teref PKKê ve hatibû destpêkirin û piştî bidawîbûna qedexeya derketina derve a ku bi mehan berdewam kir re, înfazên ku li Cizîrê hatin kirin û êrîşên bombeyî yên ku li ewlehiyê hatin kirin, îddîa û pirsinan nû yên balkêş hatin rojevê.

Li navçê piştî qedexe û pevçûnan, polês her çi qas tedbîrên ewlehiyê girtibin jî li her derê navçê xalên ewlehiyê hatibin danîn jî li navçê înfaz tên kirin û ev  înfaz ji teref PKKê ve li ser xwe tên girtin.Li navçê înfazên ku ji teref PKKê ve tên kirin ne weke salên 90î ne, berewajiya salên 90î PKK, înfazên ku li Cizîrê dike digre li ser xwe.Digel van tiştên ku li Cizîrê diqewimin û digel van înfazên ku nikarin bên astengkirin; pirsa gelo tê xwestin ji nû ve rê li ber rêxistina ku darbe xwarîye bê vekirin û îdîayên cûrbecûr tînên rojevê.

Her weke ku tê zanîn di bergeha van înfazên ku li Cizîrê hatine kirin de kesê bi navê Abdullah Budak ji teref rêxistinê ve bi hinceta bûyîna ajantiyê hatibû înfazkirin û ev yek ji teref rêxistinê ve wek propagandayê hatibû bikaranîn.Di dûmahiya vê înfazê de pevçûn digel siyaseta çalan ji navendên bajaran re hatibûn kişandin.Ev tiştên ku diqewimin vê bûyera sala borî tînê bîran.

Ew kujerên ku înfazan dikin çima nayên qefaltin?

PKKyê ku digel siyaseta çalan desteka xelkê ji dest da, bi wan înfazên ku di nava rojê de dike hewil dide zext û zorê xelkê bike da ku xelkê bi tirsîne.Di vî warî de tiştê herî balkêş ev e; înfazên ku tên kirin ji teref PKKê ve li ser xwe tên girtin, lê hêj kesên ku înfazê kirine çima nayên girtin?Neqefaltina kesên kujer û ronînekirina bûyeran xelkê navçê bifikar dike.

Digel înfazên ku tên kirin tê armanckirin xelk tê bêdengkirin

Di êrîşên ku ji teref PKKê ve li Cizîrê hatibûn kirin de cara ewil kesê bi navê Huseyîn Bînzetê 60 salî bûbû hedef.Bînzetê ku di meha nîsanê ji teref PKKê ve di mala xwe de de hatibû înfazkirin endamê Eşîre Tayyan Kervan bû û ji mezinên eşîrê bû.Tê zanîn Zînet heta demeke nêz de jî raya xwe dide HDPê, lê piştî siyaseta çalan dest bi rexneya PKK/HDPê kiribû  û her wiha tê zanîn  Zînet di wê heyama pevçûnê de bi wan PKKyiyên ku li Taxa Cûdiyê ketibûn mala wî re nîqaş kiribû.Ev bûyera ku qewimiye nîşan dide ku PKK digel cînayeta Zînetî hewil dide dengê kesên ku jê re muxalif in bibire.

PKK bi yaftaya ajantiyê  hewil dide înfazên ku dike meşrû bide nîşandan

Ji bûyerên înfazê yên ku PKK kiriye  yek jî înfaza Sadiq Boyaciyê 35 salî yê ku di meha Hezîrana borî de hat înfazkirin e. Ceseda Sadiq Boyaci li Taxa Konaka Cizîrê hatibû dîtin ku Boyaci bavê 7 zarokan bû û li navçê ji teref xelkê navçê ve dihat naskirin.

Bi navê ajantiyê  15 hezar înfaz di nava rêxistinê de hatin kirin

PKKyê ku înfaza ku kiribû ji ser medyaya civakî belav kir digel daxuyaniya ku da him  înfazê girt li ser xwe û him jî Abdullah Boyaci weke wan 15 hezar kesên ku din ên ku di bin navê ajantiyê de kuştibû bi ajantiyê sûcdar kir. Înfazên ku tên kirin ji teref PKKê ve li ser xwe tên girtin, lê hêj kesên ku înfazê kirine çima nayên girtin?Neqefaltina kesên kujer û ronînekirina bûyeran PKK bêtirstir dike.

Derket holê cinayeta ku li navçê hatiye kirin û bi temamî di bin kontrola dewletê de ye hêj nehatiye ronîkirin û hêj di warê vê cinayetê de bi malbata kesê ku ji teref PKKê ve hatiye înfazkirin tu hevdîtin jî nehatiye kirin.Ev tişt jî digel xwe pirsinan din tînin rojevê.

Piştî 15ê Tîrmehê înfazên PKKê li Cizîrê berdewam kirin

Cinayeten ku piştî teşebûsa darbê berdewam dikin de derket holê kesên ku tên înfazkirin ne li terefa PKKê ne ku  ev yek jî balkêş e.PKK wê cinayeta Dogan Dalê ku di dawiya meha Tîrmehê de li Taxa Nûrê hat înfazkirin girte li ser xwe û destnîşan kir ku Dal ajan e. PKK digel vê yekê propagandaya înfazkirinê li navçê kiribû.Bi vî awayî PKKê hewildana xwe ya dara zorê domand.

Di nav cihên xwe de bi kêran hat qetilkirin

 Yek ji înfazên ku piştî 15ê Tîrmehê berdewam kirin jî cînayeta Haydar Saçuyê 45 salî ye ku  hêj failê vê cinayetê nehatiye girtin.Kes an jî kesên qatil di 24ê Tîrmehê di wextên êvarê de ketin mala Saçuyî û bi darbeyên kêran wî qetil kirin.

Di wextên ku qedexeya derketina derve heye de di ser malan de digrin û înfazan dikin

Kes  an jî kesên qatil weke ku me got di wextên ku derketina derve qedexeye de bi şikleke rihetî  dikevin mala maqtul û înfazê dikin ku ev yek jî dide nîşandan kesê an jî kesên katil ji hinek kesan alîkariyê digrin.Ev înfaz jî weke înfazên din hêj nehatiye ronîkirin ku ev yek jî balan kişande li ser xwe.

Ji ber ku li ser meselê nehatiye sekinîn malbata Saçuyî ji rewşê re bertek nîşan da û wiha got: “Çima failên Haydarî heta îro dernexistin holê, lewra ew bêsûc bû.Ev yek me dibeicîne.Çawa dikarin di seat 03.00ên şevê de yekî dikujin û kesên fail nayên girtin.”

Ji înfazên balkêş ên ku piştî 15ê Tîrmehê hatin kirin yek jî înfaza ku li Mihemed Zekî Macartayê ku êrîşa çekdarî lê hat kirin e.Macartayê ku heyamekê muxtartiya taxa Kaleya ku lê rûdinişt kiribû di heman demê de Serokatiya Yekîtiya Muxtarên Cizîrê  jî kiribû.Macartayê ku li navçê wek Muxtar Zekî dihat nasîn li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê dixebitî.

Macartay di wan çalakîyên li dijî darbê de di sefên herî pêş de bû

Macartayê ku di wan çalakîyên li dijî darbê de di sefên herî pêş de bû di wê êrîşa ku di 10ê Tebaxê di seat 19.30an hat kirin de giran birîndar bû.Li gor agahiyan rewşa Macartayê ku li Batmanê tedawiya wî berdewam dike qet nebaş e.

Zext û zoradarî li xelkê tê kirin da ku xelk têkeve bin teheqûma PKKê

Digel van êrîşên dawî yên ku li heremê ji teref PKKya ku desteka xelkê ji dest daye tên kirin û digel înfazên ku nikarin bên astengkirin û hêj nehatine ronîkirin, zorê xelkê dikin da ku xelk têkeve bin teheqûma PKKê.

Her weke ku tê zanîn gelek lîstikên mîna îlanên xweseriyê, siyaseta çalan û yên mîna van ji teref PKK/BDPê ve dihatin îlankirin  ku ji van lîstikan re Cizîr wek baregaha sereke dihat hilbijartin.Digel van înfazên ku tên kirin tê diyarkirin senaryoyên nû tên amadekirin.

Digel temamê van îdîayên ku di rojevê de ne doh bi wesayîta bombebarkirî êrîş li Midûrtiya Ewlehiyê ya Cizîrê hat kirin û di êrîşê de 11 polês jiyana xwe ji dest dan û 4 jê giran tevde 78  kes jî birîndar bûn.

Digel vê êrîşê û digel agahiyên ku Ajansa Nûçeyan a Îlkê  bi dest xistine di warên hevkariya FETO û PKKê de gelek îdîa hatin rojevê.

Piştî wê êrîşa ku li Cizîrê hat kirin re li navçê tiştekî din a balkêş qewimî.Îro di bergeha teşebûsa darbê ya ku bi piştevaniya Emrîka hatibû kirin de , Fermandarê Cendirmeya Bajêr a Şernexê Albaya Samî Ozturhan hat binçavkirin.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir