Banqeya Zadan a Destê Rehmetê alîkariya malbatên li Cizîrê kir
Banqeya Zadan a Destê Rehmetê (Rahmet Elî Gida Bankasi) alîkariya malbatên ku li navçeya Cizîra Şernexê mexdûr bûbûn kir.
Banqeya Zadan a Destê Rehmetê endamê Platforma Kerwana Umudê ya ku li Wanê bi karûbarên xwe tê zanîn bi alîkariya Komeleya Zadên Xurekê ya Nûhê di qîmeta 7 hezar û 500 lîre li 150 malbatan kir. Alîkarî wek zad, xurek, cil û berg û eşyayên malê pêk hat.
Komeleya Zadên Xurekê ya Nûhê berê 150 malbat tespît kir û ji wanê alîkariyên ku hatibûn berhevkirin şand Cizîrê.
Serokê Komeleya Banqeya Zadan a Destê Rehmetê ya Wanê Sabrî Yildirim wiha axivî: “Wek Banqeya Zadan a Destê Rehmetê me alîkariya gelê Cizîrê ya ku ji me daxwaziya alîkariyê kiribûn kir. Ji ber tevlêhevbûna li navçeya Cizîrê me alîkariya xwe bi wesîla Komeleya Zadên Xurekê ya Nûhê ragihand gelê navçeyê. Alîkariya ku pêk hat zad, xurek, cil û berg û eşyayên malê bû.” (ÎLKHA)