• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Êrîşa li Cizîrê bi qamyona şaredariyê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahiyên dawî yên ku hatine wergirtin di êrîşa bombeyî ya ku li Cizîra Şernexê li Midûrtiya Ewlehiyê hat kirin de 11 kes jiyana xwe ji dest dan û 78 kes jî birîndar bûn.

Di derbarê êrîşa bombeyî ya ku bi wesayîta bombebarkirî hat kirin û tê de gelek mal û kargeh zirar dîtin de agahiyên nû hêj derdikevin holê.

Hat hînbûn qamyona ku pê êrîş hat kirin aîdî Şaredariya Şernexê ye û ji teref Şaredariya Cizîrê ve hatiye bikirêkirin û tê bikaranîn.

Her wiha hat îddîakirin li tesîsa kevirên parke û boruyan a ku aîdî Şaredariya Cizîrê ye û  ji cihê êrîşê 3 kîlometre dûr e ji heman qamyonê 5 hebên din jî hene.

Tê zanîn ev qamyonên ku li vê tesîsê dixebitin bênavber ji ber Midûrtiya Heremê ya MÎTê, Midûrtiya Ewlehiyê,avahîya Quweta Çewîk û KOMê, Fermandariya Cendirmeyan û ji ber lojmanên polêsan derbas dibin.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên mehelî hatine wergirtin qamyonên tesîsê ji Qeymeqamtiya Cizîrê belgeya ‘bêyî lêgerînê dikarin ji xalên polês û lêgerînan derbas bibin’ wergirtine.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir