Li Silopiyê teqîn: 2yê wê giran 8 zarok birîndar
Li navçeya Silopiya Şernexê ji ber sedenmên ku hêj nayên zanîn cîsmek teqiya. Di encama teqînê de 2yê wê giran 8 zarok birîndar bûn.
Li navçeya Silopiya Şernexê di Taxa Cudî de cîsmekî ya ku hêj nayê zanîn çiye teqiya. Di encama teqînê de 2yê wê giran bi tavahî 8 zarok birîndar bûn.
Gor agahiyên hatine bidestxistin zarokên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê. Piştî midaxaleya herî ewil Abdulkerîm Alkişê sewqê Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Diyarbekirê û Resul Eren jî sewqê Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Xarpêtê hatin sewqkirin.
Tedawiya zarokên din li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê tedawiya wan didome. (ÎLKHA)