Ji Sûra ku qedexeya derketina derve qismen hatiye rakirin dîmenên nû
Li navçeya Sûra Diyarbekirê ya ku qedexeya derketina derve qismen hatiye rakirin texrîbata nû ya ku ji ber pevçûnan li navçeyê derketibû derket holê.
Li navçeya Sûra Diyarbekirê di taxekî din de qedexeya derketina derve hat rakirin. Piştî rakirina qedexeya derketina derve ya li navçeyê dîmenên nû derketin holê.
Di Kûçeya Çîçeka Taxa Dabanogluya ku girêdayê navçeya Sûra Diyarbekirê ye de ji saet 07.00 qedexeya derketina derve hat rakirin. Derî û pencereyên ku zirarê dîtine hat dîtin.
Her wiha hat dîtin ku xwarinên di nav sarincan de kufikî girtine û hinek avahiyên ku derî û pencereyên wan şikestine wek qerargeh hatine bikaranîn.
Wekê ku tê bibîranîn di dîroka 22ê Gulanê de di taxên Savaş, Dabanoglu û Fatîhpaşayê de bi tevahî di 14 kûçeyan de qedexeya derketina derve hatibû rakirin. Her wiha di taxên Hasirli, Cemal Yilmaz, Fatîh Paşa û Savaşê de hêj jî qedexeya derketina derve didome. (ÎLKHA)