• DOLAR 32.64
  • EURO 35.235
  • ALTIN 2502.775
  • ...
Civîna derasayî ya Îttîhadê hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di encama civîna lijneya giştî ya derasayî ya Îttîhadê ya ku li Diyarbekirê hat tertîpkirin de ji serokatiya giştî yê Îttîhadê re dîsa Mela Enwer Kiliçarslan hat hilbijartin.Di civîna ku hat tertîpkirin de hat ragihandin li cihên ku lê ilim û alim lê hebin dê hizûr û edalet hakim bibe.

Civîn li salona Konferansê ya Miftîtiyê hat tertîpkirin.Civîn bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir.Piştî tîlaweta Qur’anê daxuyaniya çapemeniyê ya civînê ji teref Arîkarê Serokê Yekîtiya Medrese û Aliman Mihemed Emîn Şîmşek ve hat xwendin.Şîmşek di daxuyaniya ku xwend de destnîşan kir pêwîst e hedefên alimên Îslamê pêk anîna yekîtî û digelheviyê be.Şîmşek dû re wiha li daxuyaniyê  zêde kir: “Tiştên ku dijminên Îslamê memnun dikin îhtîlafên me ne.Çeka herî dijwar a me Mislimanan yekîtî  ye û dijminê herî har jî îhtîlafên me ne.Ji ber vê yekê ji alimên ku van mişkîle û probleman ji xwe re dikin derd re hewcîtî heye.Em jî wek Yekîtiya Alim û Medreseyan vê yekê ji xwe re kiriye armanc û hedef.”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de qala erk û wezîfeya alimên Îslamê kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Erk û wezîfeya aliman, bûyîna eksana berxwedanê ya li dijî dijminên Îslamê ye.Him li Kurdistanê û him jî li Tirkiyê û him jî li tevahiya erdnigariya Îslamê erk û wezîfeya aliman  pêk anîna sulhê ya di nav Mislimanan de û bûyîna eksana berxwedanê ya li dijî dijminên Îslamê ye.”(ÎLKHA)

















































Bu haberler de ilginizi çekebilir