Ji Platforma Kerwana Ûmudê kampayaya qurbanê
Platforma Alîkariyê ya Kerwana Ûmudê ya ku ji ber minasebeta Îda Qurbanê, kampayaya qurbanê daye destpêkirin bang li kesên xêrxwaz kir û ji wan daxwaz kir da ku piştgiriyê bidin kampanyaya qurbanê.
Platforma Alîkariyê ya Kerwana Ûmudê ya ku sala borî kampanyayeke bi navê ‘Goştên qurbanan ên ku Yasîn nikaribûn bigihîjînin, hûn bigihîjînin’ dabû destpêkirin îsal jî ji ber minasebeta Îda Qurbanê kampanyeke bi navê ‘Bila qurbanên we ji bona biratiyê be, Yasîn belavkirina goştên qurbanan didomînin’ da destpêkirin.”
Serokê Paltforma Alîkariyê ya Kerwana Ûmudê M.Sidiq Furqan di derbarê mijarê de destnîşan kir ew ji ber minasebeta Îda Qurbanê xebatên xwe zêde kirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me îsal ji ber minasebeta Îda Qurbanê kampanyeke bi navê ‘Bila qurbanên we ji bona biratiyê be, Yasîn belavkirina goştên qurbanan didomînin’ da destpêkirin.Em xebatên xwe digel sazîyên ku endamên me ne dikin.Me îsal jî ji xwe re kiriye hedef ku ji deh hezaran malbatan re goşt belav bikin.Em îsal jî li benda wan birayên xwe yên ku dê goştên qurbanan belav bikin in.Îsal heqê bexşa qurbanan 600 lîre ye.Bi izna Xwedê em ê digel hev vî karî bikin. Em bang li kesên xêrxwaz dikin.Werin salê carekê be jî em goşt bigihîjînin wan malên ku goşt qet nakevin malên wan.”
Furqan di dawiya axavtina xwe de nimreya hisabê û yên têkiliyê wisa parve kir:
Nimreyên Hisabê: TL: 45099041-5001 – TR81 0001 0005 5745 0990 4150 01
USD: 45099041-5002 – TR540 0001 0005 5745 0990 4150 02
EURO: 45099041-5003 – TR27 0001 0005 5745 0990 4150