• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Nexweşiya xweliyê tesîreke neyînî li randimana tirî dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cotkarên gundê Şifereya Gercewsa Êlihê ji ber ku li heremê xwelî li razan dide, destnîşan kirin nexweşiya xweliyê tesîreke neyînî li randimana tirî dike.

Cotkarên ku ji rayedarên Midûrtiya Ajalvantî,  Zîreat û Xurekê gazin û loma dikirin ji ber ku ji vê nexweşiyê re çareserî nayê dîtin bi bertek in.

Cotkar di derbarê mijarê de destnîşan kirin serê wan bi vê nexweşiya xweliyê re ketiye belayê û ji rayedaran alîkarî xwestin.

Ehmed Çelîkê ku nêzî 20 salan cotkariyê dike di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ji berhevkirina tirî re demeke hindik dimîne ku xwelî li wan dide û ji ber german tirî dişewite.Min îsal 3 caran rezê xwe derman kir.Lê belê feyde nekir.Xwelî li temamê tiriyê mezrone daye.Em kedeke mezin ji rezên xwe re xerc dikin.”

Çelîk di dawiya axavtina xwe de bang li kesên rayedar kir û ji wan xwest ku ji vê nexweşiyê re çareyekê bibînin.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir