Li Entabê ÎHA ket
Li navçeya Şehîtkamîla Entabê nêzî otogarê amûra hewayê ya bê însan (ÎHA) ket qada vala.
Li navçeya Şehîtkamîla Entabê ÎHAyekê ket nêzî qada vala. Nayê zanîn ku ev ÎHA aydê kîjan welatê ye.
Gor agahiyên ku hatine bidestxistin li navçeya Şehîtkamîla Entabê di Taxa Karacaahmetê de li ser Cadeya 10an de ÎHAyekî ketiye. Li ser îxbarê tîmên polêsan li wir tehqîqat kirin.
Perçeyên ÎHAyê ji bo ku li ser tehqîqat were kirin ji teref polêsan ve hat hilgirtin. Her wiha nayê zanîn ku ev ÎHA aydê kîjan welatê ye. (ÎLKHA)