• DOLAR 32.345
  • EURO 35.145
  • ALTIN 2309.178
  • ...
SON DAKİKA
Tamîrkerê pêlavan ê mezunê zanîngehê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alî Bozkurtê (27) ku ji Beşa Endazyariya Elektrîk û Elektronîkê ya Zanîngeha Artukluya Mêrdînê mezûn bûye li Diyarbekirê aboriya xwe ji temîrkertiya pêlavan temîn dike.

Bozkurtê (27) ku ji Beşa Endazyariya Elektrîk û Elektronîkê ya Zanîngeha Artukluya Mêrdînê mezûn bûye diyar kir ku wî ji zaroktiya xwe pê ve vî karê kiriye.

Bozkurtê ku ji xeynî pêlavan temîrtiya çente û qayîşan dike wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez di sala 2009an de ji Beşa Endazyariya Elektrîk û Elektronîkê ya Zanîngeha Artukluya Mêrdînê mezûn bûme. Ez têketin KPSSê. Min puanekê ya ku besê min e hilnegirt. Niha jî ez aboriya xwe bi vî karê temîn dikim. Her wiha ez temîrtiya çente û qayîşan dikim. 7 sal e ku ez vê îşê didomînim.”

“Berê 50 hezar însan dihatin vir lê niha êdî tu kes nayê”

Bozkurt diyar kir ku ew ji ber şerê Sûrê mexdûr bûne. Dûvre Bozkurt wiha li axavtina xwe zêde kir: “Karê me ji pevçûnan pir bandordar bû. Li vir ji ber pevçûnên li Sûrî em 4 meh nexebitîn. Niha li vir şer tune lê êdî tu kes nayê vir. Hemî esnafê vir gazin dikin. Berê  50 hezar însan dihatin vir lê niha êdî tu kes nayê. Ev yek jî karê me bandordar dike.”

 “Heke kar tunebe dê hemî esnafê Sûrê dikanan asê bike”

Bozkurt wiha pê de çû: “Bila gelê me were li Sûrê alvêr bike. Em vî yekê dixwazin. Heke gel di derbarê vî yekê de hestyar nebe wek esnaf em dê qet qezenc nekin. Heke kar tunebe dê hemî esnafê Sûrê dikanan asê bike.” (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir