• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Bi ezm û cehdê xebitîn û wesayîta bi ceyran çêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

5 xwendevanên ku li Zanîngeha Uludaga Bûrsayê di beşa Muhendîsiya Otomov û Mekînê de dixwînin di encama xebateke hevpar de wesayîteke bi ceyran çêkirin.

Xwendevanên ku wesayîta bi ceyran çêkrin di derbarê mijarê de destnîşan kirin ger ku dewlet piştgiriyê bide projeyên mîna vê, wesayîtên mîna vê dê bi hêsanî bên hilberandin.

Xwendevan Yucel Yildirimê ku di hilberandina wesayîta bi ceyran de dixebite û koordînatoriya koma xwendevanan dike di derbarê mijarê de nirxandinan kir.Yildirim di nirxandina ku kir de destnîşan kir ji ber bê îmkaniyan ew mecbûr mane projeya xwe di nava çend mehan xelas bikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev bû çend heftiyên dawî em bi şev rojan xebitîn û rojinan jî em li cihê xebatê raketin.”

“80-90 kîlometre sûretê dikare bike”

Yildirim di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew wesayîta ku wan hilberandine dikare bi 80-90 kîlometre sûretê bike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şarja wê di 8 seatan de tê dagirtin û bi vê şarjê wesayît dikare 70 kîlometre mesafe rê biçe.”

Yildirim di dawiya axavtina xwe de balan kişande li ser bikaranîna wesayîtên bi ceyran ên li cîhanê û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Elmanya haziriya bikaranîna wesayîta bi ceyran dike.Her wiha li Norveçê jî wesayîtên ku ji sedî sed bi ceyranê dixebitin tên bikaranîn.Wek welat nêzî 60 milyar dolar îthalata me ya enerjiyê heye.Divê em vê kêm bikin.Divê em wesayîtinan ku bi metaryelên cuda dixebitin çêbikin.”(ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir