• DOLAR 32.598
  • EURO 34.836
  • ALTIN 2508.878
  • ...
 "Pêwîst bû ku verastkirina di derheqê cezaya înfazê de ji bo herkesî bûbûya"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parêzer Mîrhan Ozbeklî mijara di derheqê tehliyeya 38 hezar girtiyan de nirxandin kir. Ozbeklî bal kişand ser rêkûpêkkirina qanûnî û diyar kir pêwîst bû ku verastkirina di derheqê cezaya înfazê de ji bo herkesî bûbûya.

Ozbeklî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Di damezrandina Komara Tirkiyê de jî di sala 1925an de qetlîamekî mezin û dramekî mirovahiyê çêdibe lê di sala 1928an de efû çêdibe. Li dîroka komarê mêze bikin. Di derbarê vî mijarê de di her 5 an jî 10 sal carekî de rêkûpêkkirina qanûnî çêdibe. Lê bi taybet di heyama vî îktîdarê de rêkûpêkkirin çênebû. Divê ku îktîdar vî yekê li ber çavan bide derbaskirin. Dema ku mirov li sûcên ku di heyama îktîdarê de çêbûne û girtiyên hatine girtin mêze dike mirov dibîne ku jimar sed der sed zêde bûye. Ji ber vî yekê mirov dibîne ku hikûmet di derbarê vî yekê de xetayên cidî kiriye. Ji ber vî yekê divê hikûmet li ser rêkûpêkkirina qanûnî ji nû ve bisekine.”

Ozbeklî bal kişand gavên ku di derbarê aştiya civakî de tên avêtin ji çareseriya pirsgirêkan dûr e. Dûvre Ozbeklî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku mirov li jimara dosyayên ku ji bo sûcê hatine vekirin mêze dike sed der 200-300 zêde bûye. Ev yek jî dide nîşandan ku darizandin, lêpirsîn, xebatên di derbarê kirinasûcê de û bi taybet qanûnên ku di derbarê ji bo qenckirina kesan a ji civakê re de tên tetbîqkirin bi sûd û fayde nîne.”

 “Li dinyayê rêjeya sûcan kêm dibe lê li Tirkiyê zêde dibe”

Ozbekî bal kişand ku li dinyayê rêjeya sûcan kêm dibe lê li Tirkiyê zêde dibe. Dûvre Ozbeklî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro li dinyayê di gelek welatan de rêjeya sûcan kêm dibe lê li Tirkiyê ev rêje zêde dibe. Li Tirkiyê ev rêje hema hema sed der 100 e.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir