• DOLAR 32.577
  • EURO 34.937
  • ALTIN 2429.523
  • ...
 "Divê ku bê destdayîna li Şernexê Cizîrê bikin bajar"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Navçeya Cizîra Şernexê yê HUDA PARê Ahmet Elçîn di derbarê Colemêrg û Şernexê de nirxandin kir. Elçîn diyar kir ku Cizîr bi dîrok, çand û erdnîgara xwe ve heq dike ku bibe bajar.

 “Cizîr bi dîrok, çand û erdnîgara xwe ve heq dike ku bibe bajar”

Ahmet Elçîn diyar kir ku ew divên Cizîr bibe bajêr. Dûvre Elçîn wiha axivî: “Di qanûna torbeyê de hatibû diyarkirin ku dê Cizîr bibe bajêr û Şernex jî ji bajar were derxistin. Ev ji bo birayên me yên     Şernexî geşedanekê baş bû. Lê şahiya bûna bajêr a Cizîrê ma di qiriqa gel de. Ev ji bo Cizîriyan bû dilşikestinekî mezin. Wek saziya Cizîrê ya HUDA PARê wekê ku navenda me ya giştî gotiye. Pêwîst e ku Cizîr bibe bajêr. Cizîr bi dîrok, çand û erdnîgara xwe ve heq dike ku bibe bajar”

Eçîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê ku Şernex, Colemêrg neyên mexdûrkirin û Cizîr û Gewer jî bibin bajêr. Ji xwe ji niha ve jî ji ber jimara nifûzavan bajaran ew heq dikin ku bibin bajêr.”

 “Hêviyên me yên di derbarê ku dê Cizir bibe bajêr xwera nekir”

Elçîn bang li Hikûmet û Serokkomar kir. Dûvre Elçîn wiha pê de çû: “Em bang li Hikûmet û Serokkomar dikin. Hêviyên me yên di derbarê ku dê Cizir bibe bajêr xwera nekir. Gelê Cizîrê bendewar e ku ev soza hatiye dayîn pêk were. Ji bo ku Cizîr li pêş bikeve werin sozên ku we dane pêk bînin.”

 “Divê ku mercîên berpirsyar di derbarê pêşeroja Cizîr û Geverê de daxuyanî bidin”

Elçin wiha dawî li axavtina xwe kir: “Belkû niha ji rojevê ketiye lê di rojên beriya me de ji bo ku ev yek dûbare neyê rojevê divê ku mercîên berpirsyar di derbarê pêşeroja Cizîr û Geverê de daxuyanî bidin.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir