• DOLAR 32.458
  • EURO 34.749
  • ALTIN 2438.061
  • ...
Merxdûrên FETO/PDYyê partiyên siyasî ziyaret kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kesên mexdûr ji bo ku mexdûriyetên xwe bînin ziman Serokatiya Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PAR û  Serokatiya Bajarê Diyarbekirê ya Partiya Seadetê ziyaret kir. Di dema ziyaretê de qala qumpas û qomployên ku dijî kesên dîndar hatin lidarxistin hat kirin.

Serokê Cemiyeta Mafên Însanan Parêzer Mehmet Karadag û Sekreterê Giştî yê Yusufî-Derê Mustafa Şenol beşdarê ziyareta malbatan bû.

Malbatên ku Serokatiya Bajarê Diyarbekirê ya Partiya Seadetê ziyaret kirin ji teref Serokê Bajarê Diyarbekirê yê Partiya Seadetê Fesîh Bozan ve hatin pêşewazkirin. Di ziyaretê de Serokê Cemiyeta Mafên Însanan Parêzer Mehmet Karadag û Sekreterê Giştî yê Yusufî-Derê Mustafa Şenol mexdûriyetên ku ji teref saziya paralel ve hatine lidarxistin anîn ziman.

 “Dozgerên FETO ji bo ku kesên wekê wan nafikirin ji sefê dûr bixin serî li hiqûqê dane”

Bozan diyar kir ku dozgerên FETO ji bo ku kesên wekê wan nafikirin ji sefê dûr bixin serî li hiqûqê dane. Bozan wiha li axavtina xwe domand: “Dozgerên Rêxistina Terorê ya Fetullahîstan û kesên ku hişmendiya wan de ne hewl dane ku kesên wekê wan nafikirin ji sef dûr bixin.”

Dûvre malbatên mexdûr Serokatiya Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê ziyaret kirin. Malbat ji teref Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu û Sekreterê Bajarê Diyarbekirê Ercan Şenol ve hatin ziyaretkirin.

Di ziyaretê de Karadag qala razîbûna  ziyareta ku wan lidarxistiye kir. Her wiha Karadag diyar kir ku ew di derbarê mijarê de ji herkesî hesesiyet dixwazin.

 “Divê ku beriya girtiyên bi vî şiklê hatine darizandin were vekirin”

Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu diyar kir ji bo ku girtî bigihêjin malbatên xwe xebatên me hene. Dûvre Tanrikulu wiha diyar kir: “Hewldana derbeya 15ê Tîrmehê bi nirxên gel ên dînî yên ku hatiye sekinandin. Divê ku hikumet gor daxwaz û îradeya gel gav bavêje. Heke gava ciju ev pêk neyê wek îqaza îlahî dê hikûmet were îmtîhankirin. (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir