• DOLAR 32.343
  • EURO 35.137
  • ALTIN 2240.81
  • ...
Pêwîst e dawî li vî karî bê anîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomar Recep Tayîp Erdogan di derbarê operasyona ku li Cerablûsê tê kirin de axivî û wiha got: “Ew êrîşên ku ji Sûriyê tên kirin, kar anîn heta derekê, ji ber vê yekê me got êdî pêwîst e dawî li vî karî bê anîn.”

Erdogan di berdewama axavtina xwe de seata operasyonê anî ziman û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mixabin niha ji Sûriyeyê ve êrîş li welêt, Enteb, Kilîs û heremên din tên kirin, lê belê êdî hedka me birin. Me êdî got 'Divê dawî li vî karî bê anîn' û îro bi destê sibê di saet 04.00an da pêvajo da destpêkirin. Dibê em êdî vê çareser bikin. Hin kes meydanê dixwînin û dibêjin 'Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ew ê wiha be û nizam çawa be'. Ez ji vê derê bang li wan dikim, hûn bizanibin wê çi were serê we.”

Erdogan di derbarê mijarê de axavtina xwe wiha domand: “ Her kî ji bo hebûna Tirkiyê bibe tehlûke, dê ev milet digel artêş, polês,gundparêz û miletê xwe li dijî wan biraweste.Hûn ê nikaribin Tirkiyê dabeş bikin û dewleta Tirkiyê hilbiweşînin.Her wiha hûn ê nikaribin dengê azanan bibirin.Hûn ê nikaribin vî welatî li ser çokan deynin.Hûn ê nikaribin me ji hedefên me yên hezar salî bivegerînin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir