Kiliçdaroglu li Entabê beşdarî taziyê bû
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu digel lijneya pê re beşdarî şîna malbata kesên ku di êrîşa bombeyî de naskirîyên xwe ji dest dabûn bû.
Kiliçdarogluyê ku digel hinek parlementerên CHPyî û Seroka Şaredariya Mezin a Entabê Fatma Şahîn jî pê re bû, çû mala şînê û sersaxiyên xwe ji malbatan re anîn ziman.Piştî serdanan Kiliçdaroglu çû cihê ku êrîşa bombeyî lê hatibû kirin û ji kesên rayedar agahiyan wergirt.Di dema ziyareta Kiliçdaroglu de li ber devê deriyê mala taziyê komeke HDPyî slogan avêtin û hewil dan provokatortiyê bikin.
Piştî serdanan Kiliçdaroglu daxuyaniyek da, Kiliçdaroglu di daxuyaniya ku da de destnîşan kir zafiyeta îstîxbaratê heye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Entab him ji bo heremê û him jî ji bo Tirkiyê bajareke girîng e.Di wan rojên borî de êşeke mezin hat jiyan.Ev êş û elem a me hemiyan e.Ez ji Xwedê Teala ji bo wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane rehmet û ji bona wan kesên ku birîndar bûne jî şifayê teleb dikim.”(ÎLKHA)