• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Mexdûrên saziya paralel: Dosyaya Vahdet-Dera Semsûrê 2
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mexdûriyeta endamên Vahdet-Dera Semsûrê yên ji teref endamên daraza paralelê ve hatine binçavkirin didome. Ji ber protestokirina DYE, piştgiriya Xeze û karûbarên Îslamî ve cezayên giran ji teref saziya paralelê ve ji endamên Vahdet-Dera Semsûrê re hat dayîn.

Malbatên mexdûrên saziya paralel Îsmaîl Alpaydin û Kamîl Demîralên ku xwendekarên zanîngehê bûn ji teref saziya paralel ve ji her yekî wan re 7 sal û 6 meh hatiye dayîn ji ÎLKHA re axivîn.

Malbatên mexdûrên saziya paralel Îsmaîl Alpaydin û Kamîl Demîralên ku xwendekarên zanîngehê bûn ji ber qumpasa saziya paralelê çendîn sal e ku belesebeb di girtîgehê de tên girtin.

 “Ez heqê xwe ji wan re helal nakim”

Ekrem Demîralê bavê mexdûr Kamîl Demîralî yê ku di Zanîngeha Semsûrê de beşa tendirûstiyê dixwend diyar kir ku darazê lawê wî ji ber protestoya Îsraîlê û lidarxistina bernameya Wîladeta Pîroz lidarxistiye hatiye girtin. Ji ber vî yekê ew heqê xwe ji wan re helal nake.

“Zirarê zarokê ku nimêja sibê li mizgeftê eda bike nagihêje vî memleketê”

Demîralê ku lawê wî bi hinceta sûcdariya rêxistina terorê avêtine hindir. Ev yek jî bi tu wechê nayê qebûlkirin. Dûvre Denîral wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji destê zarokên min qet pirtûk nediketin. Min wî bir pîknîkê. Lê ew radibû kitêb dixwend. Ez nimêja sibe nediçûm mizgeftê lê zarokên min diçûn. Dema ku ji bo mizgeftê gazî min dikirin min bi behanekî digot ez naêm. Zirarê zarokê ku nimêja sibê li mizgeftê eda bike nagihêje vî memleketê. Ev edaletek çawa ye?”

 “Divê dosyayên hemî kesên mexdûrên paralel in ji nû ve werin vekirin”

Demîral diyar kir ku piştî teşebusa derbeyê rûyê saziya paralel a rast derketiye holê û dûvre bang li Serokkomar kir ku bila dosyayên hemî kesên mexdûrên paralel in ji nû ve werin vekirin.

Bayram Alpaydinê birayê Îsmaîl Alpaydinî diyar kir ku kekê wî di derfetên gelek zor de zanîngeh xwendiye. Alpaydin destnîşan kir ku kekê wî di encama qumpasa saziyê de bi şiklekî neheqî hatiye binçavkirin. Her wiha Alpaydin ragihand ku kekê wî çi kiriye wek sûc hatiye hesibandin.

 “Bi hinceta ku pereyê rêxistinê ye dest danîn ser 40 hezat TLyê ku îkramiyaye teqewîbûna bavê min bû”

Alpaydin diyar kir ku kekê wî berê sibê dema ku diçe nimêja sibê binçav dikin. Alpaydin wiha qala geşedanên wî rojê kir: “Rojek berê sibê li mala me operasyon lidarxistin. Di wî heyamê de kekê min çûbû nimêja sibe. Dema ku polêsan pirsa wî kirin me got çûye mizgeftê. Polês diçe mizgeftê. Li kêleka wî disekine heta ku ew nimêja xwe dike. Piştî ku kekê min silav dide navê wî dipirsin û destê wî kelepçe dikin tînin malê. Polêsên di encama lêgerîna malê de malê serû bin kirin. Bavê min nû hatibû teqewîdkirin. Bi hinceta ku pereyê rêxistinê ye dest danîn ser 40 hezat TLyê ku îkramiyaye teqewîbûna bavê min bû.”

 “Em dixwazin ku lawê me serbest berdin”

Dê û bavê Îsmaîlî diyar kirin piştî ku lawê wan avêtine girtîgehê ew pirr mexdûr bûne. Ji ber vî yekê ew dixewazin ku demildest lawê wan were serbestberdan. (ÎLKHA)



 













Bu haberler de ilginizi çekebilir