• DOLAR 32.593
  • EURO 34.876
  • ALTIN 2501.442
  • ...
"Ya ku anîn serê Roboskiyiyan heman tiştî jî anîn serê Stenboliyan"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbatên 34 kesên ku di 28ê Berfanbara 2011an de li navçeya Qilabana Şernexê di Gundê Roboskî de di di encama bombebarankirinê de jiyana xwe ji dest dan diyar kirin ku daxuyaniya Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak wan pir kêfxweş kiriye.

Velî Encuyê ku li goristanê li ser navê malbatan daxuyanî da diyar kir ku digel wextê derbasbûyê dê edalet ciyê xwe bibîne.

Encu diyar kir hinek kesên ku beşdarê bûyera Roboskiyê bûbûn bi heman şiklê beşdarê teşebusa derbeyê jî bûne. Dûvre Encu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hinek faîlên ku ji teref îradeya siyasî hatine parastin beşdarê teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê jî bûne û tiştên anîn serê Roboskiyiyan hemen tiştî jî anîn serê Enqere û Stenboliyan. Em hêvîdar in ku xerba Tirkiyeyê şeva 15ê Tîrmehê me çêtir fêm kiriye û heta ev xeter derbas bibe heman hemhestî bidome.”

Encu diyar kir ku daxuyaniya Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak diyar kiriye ku dê dosyaya dozê dûbare were vekirin. Ev yek jî wan pir kêfxweş kiriye û bi vî yekê hêvîdar bûne.

Mercan Encuya dayîka Vedat Encuyî wiha axivî: “Ev 5 sal e ku ev daxwazî tê nirxandi û kesên ku me berî jî texmîn dikir û teşebusa derbeyê pêk anîn Xweda wan derxist holê. Kî vî yekê kiribe, tiliya kî di vî yekê de hebe bila dewlet wî darizîne û çi ceza hewce dike bidê.”

Felek Encu jî diyar kir ku bes 2 general ne tiliya kî di vî yekê de hepye bila bên darizandin. Dûvre Encu wiha axivî: “Lawê min mir. Kezeba min şewitî. Şewatek pir mezin e. Ez dibêjim vî yekê nede nîşênê ya ku vî pêk aniye. Dê em heta mirinê bendewar bibin. Helbet dê edalet ciyê xwe bigire.” (ÎLKHA)



 













Bu haberler de ilginizi çekebilir