"Ev tê wateya 'Zarokên me vî karî kirin"
Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik, daxuyaniya Fermandarê Hêzên Navenda DYEyê ya di derbarê girtinên eskerên darbeker de wiha nirxand "Ev tê wateya 'Zarokên me vî karî kirin."
Wezîrê Parastinê yê Neteweyî Fîkrî Işik di derbarê mijarê de nirxandinên xwe wiha domand: “Em ê maneya vê daxuyaniyê ji Wezîrê Parastinê yê Emrîka pirs bikin.Ger ku ev gotin bi rastî hatibin tercumekirin û ger ku rast bin ev wehameta mijarê nîşan dide.Ev gotina Fermandarê Hêzên Navenda DYEyê tê wateya ‘‘Zarokên me vî karî kirin.’
Fermandarê DYEyê çi got?
Fermandarê Hêzên Navenda DYEyê General Joseph Votel di civîneke ku li dar xistibûn de di derbarê fermandarên ku teşebûsî darbê kiribûn de destnîşan kiribû ku hinek fermandarên ku ew digel hev dixebitiyan hatine girtin û wiha gotibû ‘Ez zen dikim ku hinek ji wan di girtîgehê de ne.’
Votel her wiha di derbarê operasyonên ku li Bargeha Încîrlîkê hatibûn kirin de jî diyar kiribû ev operasyon bi fikar in û wiha gotibû ‘A niha em hewil didin van mişkîleyan ji rastê rabikin.”
Şefê CIAyê gotibû ‘Zarokên me ‘
Şefê CIAyê Pail Henze jî di heyama darbeya 12ê Îlonê de di derbarê eskerên ku darbe kiribûn de gotibû ‘Zarokên me kar xelas kirin.”(ÎLKHA)