• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Serokkomar Erdogan ji generale DYEyî re berteka tûnd
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan Serokatiya Daîreya Herekata Taybet a Golbaşiyê ya ku di heyama teşebusa derbeyê de dûçarê êrîşê bûbû ziyaret kir.

Serokkomar Erdogan axavtinek kir. Erdogan di axavtinê de ji ber gotina Serdarê Hêzên Navenda DYEyê Joseph Votelê ya wek: “Hinek serdarên ku em bi wan re di têkiliyê de bûn di girtîgehê de ne.” berteka tûnd nîşan da.

Dûvre Serokkomar Erdogan wiha axavtina xwe domand: “Li DYEyê mixabin yekî amiral e yan general e radibe dibêje; ‘Ez dibînim û dibihîsim ku hinek serdarên ku em bi wan re di têkiliyê de bûn di girtîgehê de ne. Mirov hinek aciz dibe. Dayîna vî biryarê qey heddê te ye? Tu bûyî kî? Heddê xwe bizane. Di derbarê teşebusa derbeya li dewleta min de divê ku tu li ser navê demokrasiyê teşekur bikî berevajî tu li aliyê derbekeran disekinî. Ji xwe derbeker di dewleta te de ye. Ji xwe hûn derbekeran xweda dikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir