• DOLAR 32.578
  • EURO 34.91
  • ALTIN 2425.77
  • ...
Her roj bombe di ser Helebê de dibarin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Sûriyê bombaranên ku ji teref Rejîma Esed û Rûsyayê ve tên kirin berdewam dikin.Di êrîşa warîla bi bombeyî ya ku ji teref helîkoptereke aîdî rejime ye ve li Semta Meşheda Helebê hat kirin de li gor agahiyên ku hatine wergirtin 20 kes jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn.

Rayedarê parastina siwîl a li Helebê Îbrahîm Ebu Leys destnîşan kir helîkoptereke rejîmê êrîşeke bombeyî bir li ser semta Meşhada ku di bin kontrola muxalifan de ye.Ebu Leys di derheqê êrîşê de destnîşan kir ji ber êrîşa ku hatiye kirin 20 kes jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Yekîneyên parastina siwîlan hewil didin 5 malbatê ku ji ber êrîşa ku hatiye kirin di bin enqazan de manexelas bikin.Yekîne hêj ji enqazê zarokan derdixin.Xelk ji ber tirsa rejîmê newêre were bal hev.Rejîm dubara êrîşî cihê ku bombebaran dike.”

Heleb him ji hewayê û him jî ji erdê ve tê lêxistin

Tê ragihandin Heleb ji erdê ve hatiye dorpêçkirin û ji hewayê ve jî êrîş lê tên kirin ku ev yek jî dibe sedem ku gelek nexweşxane xizmetê nedin.Ji ber ku nexweşxane nikarin xizmetê bidin xelkê siwîl di bin şert û mercên giran de mucadeleya jiyanê dide.

Heleba ku ji teref kesên pîspor ve di nava bajarên herî bi xeter de tê senifandin ev bû 4 sal ku bênavber tê bombebarankirin.Tê ragihandin li bajêra ku her dera wê bûye wêran û kavil rêya Kastîllo ji ber ku hatiye girtin xelkê heremê ev bû 3 hefte ku di nava dorpêçê de ye. Saziyên tenduristiyê yên ku bûne wêran û îmkanan wan a tibbî nîne nikarin xizmetê bidin.

Midûrê Tenduristiyê  Abdulbasît Îbrahîm ê ku girêdayê muxalifên Helebê ye di derbarê rewşê de destîşan kir ku li Helebê a niha tenê li sê nexweşxaneyan hewil tê dayîn xizmet bê dayîn.Îbrahîm her wiha destnîşan kir li wan nexweşxaneyên din ji ber êrîşan ji xizmetê re navber hatiye dayîn.

Her roj 25 êrîşên bi bombeyî tên kirin

Mahmud Talhayê ku di Ajansa Xeberan a Şamê de wezîfedar e jî di derbarê mijarê de destnîşan kir her roj nêzî 25 êrîşên bi bombeyî li Helebê tên kirin û wiha ali axavtina xwe zêde kir: “Di êrîşên ku bi balafirên şer ên Rûsyayê, bi helîkopterên rejîmê, bi mûşekên vakumê û bi bombeyên mîsketê yên ku li gor hiqûqa navneteweyî bikaranîna wê qedexe ye tên kirin de gelek kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.Li bajêra ku her dera wê bûye wêran û kavil rêya Kastîllo ji ber ku hatiye girtin xelkê heremê ev bû 3 hefte ku di nava dorpêçê de ye ku bi vê yekê bajêr ji dinyayê hatiye îzolekirin.400 hezar Sûriyeyiyên ku li Helebê di bin dorpêçê de ne ditirisin ku aqûbeta wan jî weke xelkê ku di Konaên Pênaberan de dimînin.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir