• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Darbe û medyaya civakî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Komeleya Medyaya Civakî ya Navneteweyî (SKMCN) Saîd Ercan di derbarê têkçûna teşebûsa darbeya ku di 15ê Tîrmehê bi piştevaniya Emrîka hatibû kirin de nirxandinan kirin û destnîşan kir hêmana medyaya civakî  û têkiliya mobîlê di warê têkçûnê de bi tesîr e.

“Însan ji ser medyaya civakî li dijî teşebûsa darbê organîze bûn”

Ercan di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir medyaya civakî bû wesîle ku însan bi şikleke bi lez li dijî teşebûsa darbê organîze bibin û xwe berdin kolan û meydanan.Ercan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Însan ji ser medyaya civakî organîze bûn û cihê ku lê ji darbê re teşebûs dihat kirin ji hev re digotin û bi şikleke bi lez qelebalix berê xwe dida wê derê.Bi vî awayî hewil dan ji darbekeran re bibin asteng.      “

 “Medyaya civakî meydanek e”

Ercan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir medyaya civakî cihekî meydanê ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Çawa ku terknekirina meydanan pêwîst be bi heman awayî divê meydayaya civakî jî vala neyê berdan.Divê em medyaya civakî ji bo bilindbûna dengê mezlûman bi kar bînin.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir