• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Zanîngeha Dîcleyê bûye Qendîla FETO"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îçten di daxuyaniya çapemeniyê de destnîşan kir pirs û bersivên îmtîhanan ji teref rêxistina paralel ve bi flaşê û ji ser wîrelessê tên bidestxistin û ev pirs bi xwendevanên ku bi wan re têkildarin re tên parvekirin û bi vî awayî xwendevanên ku têdikevin îmtîhanê 100 puanê sehê distînin.

Parlementerê Berê yê AK Partiyê Cuma Îçten  di daxuyaniya çapemeniyê de destnîşan kir Zanîngeha Dîcleyê bûye ‘Qendîla FETO’,pirs û bersivên îmtîhanan ji teref rêxistina paralel ve bi flaşê û  ji ser wîrelessê tên bidestxistin û ev pirs bi xwendevanên ku bi wan re têkildarin re tên parvekirin û bi vî awayî xwendevanên ku têdikevin îmtîhanê 100 puanê sehê distînin.

 “Ger ku Zanîngeha Dîcleyê ya ku Qendîla FETO  ye  hatibe rûxandin dê ev balafir bi hewa neketibana”

Parlementerê Berê yê AK Partiyê Cuma Îçten di berdewama axavtina xwe de di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ger ku ew belgeya 64 made di nav de bû ji teref Birêz Bulent Arinç ve hatibe vekolandin û ji bilî wî ji teref kesên AK Partiyî ve jî hatibe vekolandin em ê wê demê operasyonên ku dê hatibana kirin axivîbana ne hîcaba rektora zanîngehê.Her wiha ew ê di 15ê Tîrmehê de dê 260 însanê me şehîd nebûbana.Lewra ew balafirên ku ji teref nemerdan ve ji balafirgeha Diyarbekirê  hatine rakirin wê TBMMeya ku me hemiyan temsîl dike bombebaran kirin û însanan dan ber bombeyan.Wê rojê Ger ku Zanîngeha Dîcleyê ya ku Qendîla FETO  ye  hatibe rûxandin dê ev balafir bi hewa neketibana.Lewra di dawiya vê de ew ê ji van pîlotên wan balafiran re hatiba gihaştin.”

Îçten di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Aydin Aytaçê ku Serokê Bajêra Diyarbekirê yê AK Partiyê  bû, Endamê MGKya AK Partî Necla Hattapoglu, Endamê MGKê Prf. Mehmek Akin , Kutbedîn Aydogdu, Aytekîn Sir û Aslan Bîrîciyê ku a niha namzedê rektoriyê ye ev tev çûn nevanda giştî ya Enqerê û destnîşan kirin ku ev 64 made derew in û bêbextî li Rektora Zanîngeha Dîcleyê Ayşegul Jale Saraç hatiye kirin.Ez wê demê arîkarê Mehmet Alî Şahîn bûm û ev agahî tev dihatin ber destên min.Em ê van tevan munaqeşe bikin.

 “Bulent Arinç gotibû ku ew ji Ayşegul Jale Saraç re kefîl e”

Îçten di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir di civîna MGKê de Bulent Arinç ji şexsê wî re gotiye ku tu derewan dibêjî û îftîra davêjî Ayşegul Jale Saraç û wiha li axavtina xwe zêde kir:“Çi hiqmet be her çi qas ev mesele ne di rojevê de bû jî Bulent Arinç her çi qas di derbarê mijarê de ji teref endamên çapemeniyê ve jê pirs nehatibe kirin jî destnîşan kiribû ku ew bi xwe ji Ayşegul Jale Saraç re kefîl e û bi şikleke malbatî pê re axivîne û tiştekî bi vî awayî nîne.Her wiha wî gotibû ku şexsê min di warê vê meselê de îftîra avêtiye.”

Îçten di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir Arinç a niha rabûye û xwe bi ehmeqiyê îtham dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku ev gotin a wî ye ez dibêjim.Ez gotineke bi vî awayî jê re nabêjim.Lewra di warê siyasetê de mezinê min e.Lê bila tu kes li qisurê nenêre, ew ê ti rabe şeveqê heta êvarî biştexilî û dû re weke ku tiştek nebûye dê ji xelkê lêborînê bixwaze û siyasetê bikî.”

Îçten di dawiya axavtina xwe de gotineke rektor a di derbarê wî de bibîr anî û wiha axivî: “Rektor wê demê ji çapemeniyê re gotibû ku ‘avêtina îftîra li wekîlekî nayê,  ji AK Partî hinek parlementer ji îhalê teleb kirin.’ Ji xwe min îdiayek avêt holê , tu jî wê vala derxîne.Gotina wê ya duyem rast e, rektor cara ewil tiştekî rast dibêje.Baş e ew kesên ku ji AK Partiyê jê teleba îhalê dikirin kî bûn?Bila ev yek bê vekolandin.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir