• DOLAR 32.476
  • EURO 34.966
  • ALTIN 2437.775
  • ...
Huseyîn Akbalikê li girtîgehê ji mirinê re tenê bi serî xwe hêştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Huseyîn Akbalikê ku di encama qumpasên salên 1990an de hatibû binçavkirin ev 24 sal e ku bê belesebeb li girtîgehê de tê girtin. Akbalikê ku nexweşiya timurê pê re hebû hat emeliyatkirin. Dûvre  hewce dikir ku tedawiya wî li nexweşxanê bê kirin lê wî dûbare şandin girtîgehê.

Akbalikê ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa Fyê ya Wanê de dimaniya ji nîşka ve nexweş ketibû û wî rakiribûn nexweşxanê. Dûvre hatibû tespîtkirin ku bi Akbalikê re nexweşiya timurê heye. Ji ber ku xeteriya nexweşiya wî hebû wî sewqê Nexweşxaneya Dewletê ya Semsûrê.

Di nexweşxaneyê de bedena Akbalikî ya aliyê çepî bi tevahî şel bûbû û dûvre wî sewqê Fakulteya Tiba Turgut Ozalî ya Zanîngeha Înonu ya Meletî. Akbalikê di 9ê Tîrmehê de hildabûn emeliyatê. Gor rapora Akbalikî ya ku şandibûn beşa patolojiye dirojaya yek 7 cm ya din jî 6 bi tevahî 2 timur ji mejiyê wî haiye derxistin.

Hat idîakirin ji bo ku leşkerên mehfuziyê ji bo ku cem Akbalikî nesekinin zetê li tixtoran kirine ku wî bişînin girtîgehê. Ji ber vî yekê Akbalikê digel rewşa nexweşiya wî ya xedar dûbare şandine Girtîgeha Girtî ya Tîpa Fyê ya Wanê.

Xizmên Akbalikî destnîşan kirin ku rewşa nexweşî xedar e û xedariya nexweşiya wî di raporê de jî eşkere ye. Ji ber vî yekê xizmên nexweşî diyar kirin ku Akbalikê li girtîgehê ji mirinê re tenê bi serî xwe hêştine. (ÎLKHA)



 







Bu haberler de ilginizi çekebilir