• DOLAR 32.388
  • EURO 35.088
  • ALTIN 2326.612
  • ...
 "Di nav kesên ku ji wezîfê hatine dûrxistin de yên mexdûr jî hene"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nûnerê Memûr-Senê ya Şaxa Bûrsayê Numan Çeker di derbarê dûrxistina wezîfê ya ku piştî teşebusa derbeya 15Ê Tîrmehê ya ku DYE piştgirî didayê de daxuyanî da. Şeker bal kişand ku kesên belengaz jî ji wezîfê dûr hatine xistin.

Şeker wiha axavtina xwe domand: “Însanên belengaz yên eşkere ye ku têkiliya wan bi saziya paralel re tune di bin teserufa îdarî de ji wezîfê hatine dûrxistin û bi ‘sûîqasta îtîbarê’ hesaba xwe ya ferdî mixabin li ser hesaba miletê dibîne. Divê ku di vî heyamê de birrîna uzvên çeteya îxanetê ya paralel, avêtina hemî şaxên wî, teslîmhilgirtina heqqê, tesîskirina edaletê pêk were. Ji bo ku hesabên ferdî were dîtin di avşêliyê de hewl tê dayîn ku nêçîr pêk were. Ev yek jî jeher bi pêvajoyê xistiye û zirarê daye nuqedesatê.”

Şeker bal kişand ku dûrxistina ji wezîfê herî zêde di nav Perwerdehiya Neteweyî de ye û bi heman şiklê Şeker bal kişand di lîsteya ku ji teref wezîrtiyê ve hatiye şandin de kesên belengaz ên ku têkiliya wan bi saziya paralel re tune jî hene.

 “Divê mafên xebatkarên bêsûc ên ku ji wezîfê hatine dûrxistin were îadekirin”

Şeker bal kişand divê ku karê dûrxistina jî îş bi şiklekî rêk û pêk were meşandin. Dûvre Şeker wiha dawî li axavtian xwe anî: “Pêwîst e ku di saziyên ku dûrxistina jî îş pêk tê de were zanîn ku mafên kesên ku di vî bergehê de mexdûr bûne dê were îadekirin. (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir