• DOLAR 32.51
  • EURO 34.834
  • ALTIN 2486.018
  • ...
Nisêbîniyan ji ÎLKHAyê qal mexdûriyetên xwe kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Nisêbîînê piştî qedexeya derketina derve ji xeynî 6 taxan li navçeyê qismen hat rakirin. Piştî vegerînê esnaf hewl dide birînên xwe bipêçe. Her wiha esnafê navçeyê diyar kir ku ew nikarin sened û çekên xwe bidin. Ji ber vî yekê wan xwest ku mexdûriyeta wan ji holê were rakirin.

 “Kirê sed der sed zêde bû”

Ji nişteciyên navçeyê Mehmet Işik diyar kir ji ber ku avahiya wî di taxa ku qedexe heye de ye aqûbeta xwe nizane. Dûvre Işik wiha diyar kir: “Dema ku bûyerên dest pê kir me jî koç kir. Em cem xizmên xwe dimanîna. Niha jî em nizanin ku mala me çawa ye. Lewrê li wir hêj qedexe didome. Em nizanin ku eşya û mala me çawa bûye. Tişta herî zêde jî pirtûkên min wan wir. Niha em dageran nisêbînê û em hewl didin ku avahî kirê bikin. Em li hemî taxan zivirîn. Lê me avahiya kirêkirî nedîtin. Berî kirê di nabeyna 300-40 TLyan de bû. Niha qala 800 û hezar TL tê kirin. Xwediyê avahiyan wek firsert kirêyan zêde kirin. Kirê sed der sed zêde bû”

 “Ba dilê xwe mafên gel diparêzin lê zulm li gel kirin”

Rustem Şayikê ji esnafê navçeyê wiha axivî: “Ev nêzî 5 mehan bû ku em li derveyê navçeyê bûn. Ji ber pevçûn û qedexeya derketina derve me navçeyê terk kir. Me gelek zehmetî kişand. Di vî pêvajoyê de ez çûm cem kurmamên xwe yên li Stenbolê ne. Malbata min li Midyadê nan û zik dabira xwe temîn kir. Niha ji xeynî 6 taxan li navçeyê qedexeya derketina derve qismen hatiye rakirin. Ji ber ku mala me di taxa ku qedexe didome de ye me ji xwe re mal kirê kiriye. 5 meh e ku em kirê û seneden xwe nikarin bidin. Ba dilê xwe mafên gel diparêzin lê zulm li gel kirin. Li ber malan bombe bicî kirin. Malên gel şewitandin. Ev gelek çewt bû.”

 “Em him ji mal û him jî ji karê xwe bûn”

Nişteciyek din jî diyar kir ku berî mala wî hebûye lê piştî vî şerê bûye kirêdar. Dûvre mexdûr wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev 50-60 sal e ku ez li Nisêbînê rudinêm. Çal hatin vedan. Berîqat hatin sazkirin. Dema ku bûyeran dest pê kir mecbûrî em ji navçeyê derketin. 3-4 avahiyên min hebûn. Hemî bûn kavil. Niha jî em kirêdar in. Em him ji mal û him jî ji karê xwe bûn.” (ÎLKHA)


 













Bu haberler de ilginizi çekebilir