• DOLAR 32.384
  • EURO 35
  • ALTIN 2326.163
  • ...
 `Pêwîst e mexdûriyetên ku paralel pêk aniye ji holê werin rakirin`
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parêzer û nivîskar Huseyîn Kurşun operasyonên ku di bergeha lêpirsîna teşebusa derbeyê de dijî polês û endamên dozgeriyê tên lidarxistin ji ÎLKHAyê re nirxand. Parêzeran bal kişandin ser operasyonên ku dijî polês û endamên dozgeriyê tên lidarxistin.

Kurşun diyar kir pêwîst e kesên ku ji teref saziya paralel ve hatine mexdûrkirin ji nû ve werin darizandin û dûvre qala miemeleyên endamên paralelê kir.

Kurşun destnîşan kir ku saziya paralel ji salên 1070yan pê ve li saziyên cûr ci cûr bicî wek rêxistin bicî dibin. Dûvre Kurşun wiha axivî: “Lê bi îktîdartiya AK Partiyê re bi qiwettir bû. Ji ber ku AK Partî ji wan re bi tolerans bû û wan ji xwe ji AK Partiyê re wek kesên ewledar didan nîşandan zêdetir pêş de çûn. Bi taybet ew di saziyên ewlehî, daraz, tendurûstî û perwerdeye neteweyî de wek rêxistin bicî bûn.”

 “Biryarên ku hatine dayîn li ser navê milet nehatine dayîn”

Kurşun wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hêj jî di encama operasyonên sexte de Mislimanên ku hatine giritn hene. Wekê ku hûn jî dizanin biryarên ku dadgeh dane li ser navê gelê Tirkiyeyê didin. Lê rêxistina terorê ya FETOyê ya ku berê wek ‘fedayiyên muhebetê` dihatin zanîn lê piştî ku bi qiwet bûn wek ‘fedayiyên bi xisûmet` derketin holê ji ser Mislimanan hewl dan ku damezrandina îktîdara FETOyê pêk bînin û kesên ku bîatê wan nakin bi rêya darizandinê zext li wan kirine.”

 “Pêwîst e ku ji mexdûriyetên ku paralel pêk aniye re ji nû ve rêya darizandinê vebe””

Kurşun wiha pê de çû: “Lewra em ji hakimên biryar dane, dozgerên doz vekirine û endamên teşkîlata ewlehiyê yên ku operasyonan li dardixine re dibin şahid. Ji ber vî yekê pêwîst e ku ji mexdûriyetên ku paralel pêk aniye re ji nû ve rêya darizandinê vebe.”

Kurşun dosyayên Şahi Merdan Sari û Vasatê anî bibîranîn û diyar kir kesê ku dosyaya Sariyî pejirandibû Serokê Daîreya Cezaya 9 emîn a Darazê Ekrem Ertugrul e. Ertugrul ji teref Daîreya 2 yemîn a HSYKyê ve di bergeha lêpirsîna teşebusa derbeyê ya ku hatibû destpêkirin de hatiye girtin. (ÎLKHA)


 




 

Bu haberler de ilginizi çekebilir